Li 19 gundên Bedlîsê ‘qedexeya’ derketina derve

Desthilatdariya AKP û MHP’ê li 19 gundên Bedlîsê ‘qedexeya’ derketina derve ragihand.

Kirinên mêtinger û dagirker ên desthilatdariya AKP û MHP’ê didome.

Walîtiya Bedlîsê di çarçoveya operasyonên dagirker de li 19 gund û gundikên Bedlîsê ‘qedexeya derketina’ derve ragihand. Hate diyarkirin ku wê ‘qedexe’ ji 30’ê Gulana 2020’an piştî saet 22.00’an dest pê bike û ne diyar e ku kîngê biqede.

Li gorî walîtiyê ketin û derketina van deran hatiye qedexekirin:

“Çobansûyû, Aşagiçobansûyû, Akgun, Kûtlû, Gulluce, Dîkme, Aşagidîkme, Yûkaridîkme, Esenbûrûn, Beşkaynak, Bayirli, Kinali, Ûçankûş, Yaronu, Dûrsûn, Aşagiyolak, Yûkariyolak, Aşagikoçak, Çeltîklî û gundikên van gundan.”