Leyla Guven: Rêya me zehmet e, lê em ê bi ser bikevin

Leyla Guven got, "Rêya me çiqasî zehmet dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin. Bi berdana min xwestin berxwedanê têk bibin. Em ê her tim bi rengekî rûmet bijîn."

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê pêk tîne, di roja 85'an de ye. Parlamenterên HDP'yî jî li avahiya KCD'ê dest bi çalakiya nobedê kirin. Leyla Guven bi rêya telekonferansê ji beşdarên çalakiyê re axivîn.

'ZEHMET JÎ BE EM Ê BI SER BIKEVIN'

Guven got, "Di nava faşîzmê de hûn dibêjin 'qral tazî ye' û têdikoşin. Têkoşîn û karê we ji nava gel tê û yekser bandorê li gel dike. Nizanim bê çiqasî wext di ser pêvajoya hilbijartinê re çûye, lê ji we hemûyan re serketinê dixwazim. Ev rê çiqasî zehmet dibe bila bibe em ê bi ser bikevin." Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ji Guven re got, "Tu bi xeml û bedewî", Guven jî jê re got, "Ev bedewî moral û bedewiya berxwedanê ye."

'ÇIRÛSKEK DIKARE AGIR BERDE GELEK TIŞTAN'

Hatîmogûllari got, "Çirûskek dikare agir berde gelek tiştan. Berxwedana te ji bo me gelekî hêja ye. Berxwedan û daxwaza te gelekî mafdar e. Em dixwazin tu bi vê zanibe; em, bi hezaran xwişkên di nava zext û zordariya faşîzmê de her bedelî didin pêş çavên xwe û hewl didin berxwedana te berbelav bikin. Em berxwedana te silav dikin. Ji te gelekî hez dikin."

Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran jî got, "Ala ku te li dijî şerxwazan, li dijî siyaseta tecrîdê bilind kiriye li her derê tê dîtin. Têkoşer teqez bi ser dikevin. Çirûska ku te pê xistiye ji bo me gelekî bi wate ye. Bi dîtina min, te wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih aniye."

'LI GIRTÎGEHAN TEVÎ ZILMÊ JÎ BERXWEDAN DIDOME'

Leyla Guven herî dawî got, "Nobeda we ya li wir gelekî hêja ye. Me bi salan hewl dan bi hev re bimeşin, bi hev re tevbigerin. Em niha bi hev re ne. Birêz Ocalan vê helwestê gelekî hêja dibîne. HDP û nêrîna HDP'ê diyariya herî hêja ye ku radestî gelên me hatiye kirin. Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad pêkan e. Bû gava destpêkê, nêzî 300 hevalên me li girtîgehê bi greva birçîbûnê ev dan destpêkirin.

Kiryarên welê li girtîgehan hene, bi rastî jî ne kêmî yên serdema 12'ê Îlonê ne. Di serî de Xarpêt û Patnosê hevalên ketine greva birçîbûnê li odeyên yek şexsî tên bicihkirin. Ji bilî xwê û şekir tiştekî nadin. Tevî vê yekê jî 45 roj in dest jê bernedane. Bi berdana min re xwestin berxwedanê têk bibin. Me dest bi vê rêyê kir, yên mayî wê bi rengekî bi rûmet bijîn. Silavên xwe li her kesî dikim, ji her kesî hez dikim."