Leşkerên Tirk li Dêrsimê agir bi daristanê xist

Li Dêrsimê bi destpêkirina operasyona leşkerên Tirk re, leşkeran agir bi daristanê xist. Şewat nayê vemirandin.

Li çoltera gundê Koçkozlûca ya dikeve sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê yên Dêrsimê, leşkeran di 20’ê Gulanê de dest bi operasyonê kirin. Bi destpêkirina operasyonê re agir bi daristanê ketibû. Li gorî agahiyên ji gundiyên herêmê hatin girtin, ji bo vemirandina şewata belav dibe, tu hewldanek tuneye.

Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, derbarê şewata ku belav dibe, daxuyaniyek da wiha got: “Rîsk heye ku şewat li qadek mezin belav bibe. Demildest divê mudaxileyî şewatê bê kirin û jiyana zindiyan bê parastin.” 

Walîtiya Dêrsimê û Midûriyeta Giştî ya Daristanan, ligel ku 4 roj bi ser şewatê re derbas bûn jî, hina tu daxuyaniyek nedane.

Li aliyê din, di 9’ê Gulanê de jî, piştî operasyona leşkerî ya Amûtka ya nêzî gundê Koçkozluca hatibû lidarxistin, agir bi daristanê ketibû. Şewata ku 6 rojan dewam kir, ji ber xwe ve vemirîbû.