'Leşkerên Tirk ji ber gerîla direvin heta Azerbaycanê'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek, di der barê pêvajoyê de nirxandinên girîng kirin û got, “Ewên ku digotin ‘kêsê navê PKK'ê nebêje’, îro leşkerê wan ji ber gerîla direvin, di sînorê Azerbaycanê de derketin!”

Xalîde Engîzek, tevlî Bernameya Dilistan a di Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Di destpêka nirxandinên xwe de Engîzek, Hakî Karer wekî “sembola PKK'ê û biratiya gelan û fermandarê mezin” pênase kir û di kesayetiya wî de hemû Şehîdên Gulanê bi bîranîn û got, “Hakî Karer ku li çavên Rêber Apo dinêrî û ew fêm dikir, pêk dianî, ku em bi xeta wî re bibin yek, wê her yek ji me bibe Hakî’yek û em ê bibin ‘rihê veşartî’ yê Rêber Apo (...) Çaran jî (Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner) li Kurdistanê wateya mirinê guherandin. Çalakiya li hember zilma faşîzmê, biryarek bû: gotin, “Ger em bimirin jî em ê biryara xwe bidin... Ji mirinê em ê jiyanê biafirînin…”

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Xalîde Engîzek bal kişand ser hemleya “Em Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin!” û got “Hemleya me şeş meh li pey xwe hiştin. Em niha di berxwedaneke dîrokî de ne, pêşengtiya wê jî beriya her kesî RêberApo û hevalên zîndanan dikin.” Engîzek, ferqa berxwedana vê carê jî wiha anî ziman: “Di salê 80’yî de hevalên zîndanan bi tenê diman, lê îro ji Kanada heta Ewrûpa, ji Gallerê heta Kurdistanê dengê xwe digihînin her kesî.”

Di der barê Berxwedana Çarik Spî-Dayîkan de jî Engîzek bang li siyasetmedaran kir û got, “Dayîk bi çalakiya xwe ji xwe berdevkiya xwe jî dikin, hewce nake ku siyasetmedar ser navê dayîkan bi polîsan û hwd. re biaxivin.  Axaftinên dayîkan ne tenê polîtîk û rêxistinî ne. Her gotineke dayîkan felsefîk in. Civaka me polîtîk û rêxistinkirî ye, êdî dizane bifikire û bîryara xwe bide û qedera xwe diyar bike. Wisa dengê zîndanan derdikeve derve. Faşîzm ji çalakiya derve ditirse. Hin dîmenên wisa hene, divê mirovahî şerm bike. 100 polîs û TOMA, panzer û hwd. tînin tenê ji bo dayîkan bitirsînin.

“JINÊN POLÎS, JINBÛN DI WE DE NEMA YE.”

Bi vê wesîlê dixwazim vê jî bêjim. Faşîzmê jin kirine amûrekî qirêj yê siyaseta xwe. Ez ji wan jinên polîs re dibêjim, ‘jinbûn di we de nema ye.’ Lewre jin, jiyan e. Jiyan bi rûmet be wateya wê heye. Bi pîvan û azad be wateya wê heye. Di şexsê wan jinên polîs de kirêtiya sîstema desthilatdar ya mêr hemû bi wan destên jinên polîsyê kirêt kirine, destên dayîkê me kelepçe dikin. Ji bo wê bila ji xwe şerm bikin û nebin amûrê siyaseta zilam.”

LEŞKERÊ DEWLETA DAGIRKER JI BER GERÎLLA HETA AZERBAYCANÊ DIREVIN

Endama Komîteya Navendî Xalîde Engîzek, gefên Suleyman Soylu jî nirxand û bi bîr xist ku Soylu gotibû, ‘wê kes navê PKK'ê hilnede’ û wiha pê de çû: “Em jî ji Suleyman Soylu re dibêjin, leşkerê te ji ber PKK'ê revîn, çûn di Azerbaycanê de derketin! Teknîka ku hûn her roj pê wesfê xwe didin û pêbawer in, gerîlla bi çalakiyên xwe vala derxistine. Ji Serhedê heta Qadên Parastinê yên Medyayê her roj gerîla çalakiyan dike. Di bin şert û mercên herî zor û li gel wê teknîka herî pêşketî de gerîla derbê li dijmin dide. Lê rejîmeke ewqasî di aliyê exlaq de têkçûyî heye, windahiyên xwe ji civaka Tirkiyê diveşêre û bi riya çapemeniya şerê taybet, dibêje me ewqas kûştin û hwd. Lê di vê bê zanîn ku gerîla, bi rêbaz û şêwazê xwe yê profesyonel, tarzê şerê gerîlayê sedsala 20’mîn guherandiye.”

DIVÊ CIWAN DESTÊN SÎXÛR Û POLÎSAN BIŞKÎNIN

Engîzek, bang li ciwanan jî kir û got, “Ciwanên me divê wan bajaran ji wan sîxûr û polîsên dewleta Tirk yên ku destên xwe li hemberî dayîkên me radikin re bikin jahr. Wî destê li hemberî dayîkan radibe bişkînin. Ji bo wê jî pêwîstiya wan bi fermanan tine ye, hemû materyalên partiyê li ber wan e. Divê bi rihê ku gerîla li çiyan çalakiyan dike ew jî li bajaran çalakiyan bikin û bizanibin xwe biparêzin.”

Li ser têkiliyên DAÎŞ û dewletaTirk jî Engîzek got, “Yê ku DAÎŞ’ê bi rê ve dibe Soylu ye, ji ber wê ser navê DAÎŞ’ê dinyayê tehdît dike. Dizane wê DAÎŞ li ku çalakiyan bike, lewre ew wan dişîne. Bila gelê Tirkiyê, bi taybet jî gelê Stenbolê baldar be, ji bo hilbijartinan bi dest bixin wekî ku li Amed û Enqerê komkûjî pêk anîn, dikarin li Stenbolê jî bi navê DAÎŞ’ê komkûjiyan bikin.”