Leşkerên Tirk daristanên çiyayê Bagokê dişewitîne
Li navçeya Hezex a Şirnexê li du cihan leşkeran agir berda daristanê.
Li navçeya Hezex a Şirnexê li du cihan leşkeran agir berda daristanê.
Li gundê Kîwex a dikeve qontara Çiyayê Bagok a navçeya Hezex a Şirnexê leşkeran agir berda daristanê.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku şewat ji ber gulereşandina leşkeran derketiye, ji bo şewatê jî ti mudaxeleyek nayê kirin û her diçe şewat mezin dibe.
Dîsa li bejahiya gundê Basibirîn a Hezexê jî şewat derketiye, sedemê şewata li vir derketî hê nehatiye zanîn.
Şewat her diçe mezin dibe.