Leşkerên Tirk agir berda daristanên Çiyayê Cûdî

Ji ber gulereşandina ji kalakolê li nuqteyek ya Çiyayê Cûdî şewat derket.

Di nava rojê de li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê li gelek nuqteyan şewat derket. Di saetên şevê de ji ber 3 guleyên şewatê yên ji kalekoleke herêmê hate avêtin şewat derket.

Çavkaniyên xwecihî, piştî teqandina 3 guleyên şewatek ên ji kalekoleke ya leşkerî ya li herêma Qursekêça agir girt daristanên li herêma Newa Qêra. Hate ragihandin şewata ku ti mudaxeleyek ji bo wê nayê kirin, berbelav dibe.

Di saetên nîvroyê de jî şewata ku li bejahiya gundên Spîndarûk, Nêvava, Gundikê Remo destpêkiribû, bi xwe vemirî, li gundikê Benavya ya bajarojêk Gundikê Melê ya Şirnexê destpê kir. Şewata ku mudaxelek nayê kirin her diçe berbelav dibin.