Leşkerên Îranê êrîşên xwe yên li ser kolberan zêdetir kir

Pasdarên Îranê li herêma Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberan kir û du kolber birîndar bûn.

Li gorî nûçeya li ser malpera Kolbernewsê hêzên dewleta Îranê di nav sînorê Newsud ê Kirmaşanê de êrişî komek kolberan kiriye.

Hate diyarkirin di êrişê de du biraderên bi navê Beşîr Ehmedzade û Besîr Ehmedzade bi giranî birîndar bûne û birîndar rakirine nexweşxaneya Paweyê.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê ya ku di 13’ê Hezîranê de weşandibû li Hengejal a girêdayî Baneyê kolberê bi navê Mesûd Xizirnejad di êrîşa leşkeran de bi giranî birîndar bû.

Di 12’ê Hezîranê de jî pasdaran li Newsudê êrişî kolberan kiribû û kolberê bi navê Selas Bwecanî bi giranî birîndar bûbû.

Li gorî nûçeyeke 12’ê Hezîranê jî li Newsudê kolberê bi navê Hemîd Weysî ji tehtê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Di 11’ê Hezîranê de jî li Hengelajê pasdaran gule li kolberan reşand û kolberê bi navê Kerîm Pûr bi giranî birîndar bûbû.

Di hefteyên dawîn de êrişên li ser kolberan zêdetir bûye. Îran û Tirkiye bi kêfî û bi awayekî pergalî êrişî kolberan dike. Ji xeynî van êrîşan kolber li hemberî hewayê û şertên giran ên erdnîgariyê jî hewl didin debara xwe bikin.