Leşkeran li wesayita penaberan reşandin: 2 kes mirin

Leşkerên Tirk li Berwariyê li wesayitekê reşandin ku penaber tê de bûn. Di êrişê de 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê, leşkerên Tirk li nêzî bajarokê Begendîkê li wesayitekê reşandin ku 84 penaberên ji Afganistan û Pakistanê tê de bûn.

Di bûyerê de ku nîvê şevê saet di 01:30'î de qewimî, 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 12 jî birÎndar bûn.

Penaberên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê. Ajokarê qemyonê R.E. jî hate destgîrkirin û hate îdîakirin ku penaberên din jî ji cihê bûyerê reviyane.

Walîtiya Sêrtê îdîa kir ku ji ber guh nedana hişyariya "raweste" ji wesayitê gule li leşkeran hatiye reşandin, leşkeran bersiv dane.