Leşkeran li Rûbaroka Colemêrgê ciwanekî din birîndar kir

Li Rûbaroka Colemêrgê leşkeran gule li sivîlê bi navê Mehmet Dînç reşand û ew ji pêyê wî birîndar kir.

Mehmet Dînç (18) ê ji gundê Yeşîlova ya Rûbaroka Colemêrgê êvarî dema pezê xwe diçêrand, leşkeran gule li wî reşand. Dînç ji pêyê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Di 18’ê Gulanê de li Rûbarokê leşkeran gule li gundiyan reşandibû û Şahap Şendol (23) û Celîl Ekîncî (17) birîndar bûbûn. Du tiliyên Şahap Şendol hatibû jêkirin, Celîl Ekîncî jî 3 caran emeliyat bûbû. Tedawiya Şendol li nexweşxaneyeke Duhokê didome.