Leşkeran li gundê Talê ya Colemêrgê agir bi daristanê xistin

Di têketina gundê Talê ya Colemêrgê leşkeran agir bi daristanê xist.

Leşkerên di têketina gundê Talê ya Colemêrgê de li gorî îddîayê fîşek li wî aliyê Çemê Zapê reşand. Ji ber reşandina fîşekan agir bi daristanê ket.

Ji ber ku li gund tora telefonê tune, gundiyan nekarîn agahiyê bidin îtfaiyeyê. Gundî çûn qada ku şebekeya telefonê heye û agahî da îtfaiyeya şaredariya Colemêrgê. Ji ber ku pir tune û qada bûyerê bi teht û zinar e, şewat nehate tefandin.

Gundiyan diyar kirin ku leşkeran agir bi qadê xistine û gotin “Li gundê me tora telefonê tune, me gelek caran ji şîrketan re ragihand lê mixabin ev pirsgirêk çareser nebû. Leşkerên di têketina gund de nobetê digirin car caran fîşekan li derdorê direşînin û îro jî heman tişt kirin. Ji neçarî me bi derengî agahî da îtfaiyeyê.  Em çûn gundê herî nêz û me agahî da îtfaiyeyê. Heta ku îtfaiye hat şewat belav bûbû. Îtfaiyeyê jî nekarî şewatê bitefîne. Li herêmê axurekî me şewitî, heke wisa bidome wê herêm bibe xwelî. Em dixwazin ji hewayî ve şewat were tefandin.”