Leşker û cerdevan darên li Bestayê dibirin

Li herêma Bestayê rojane bi 300 tonî dar ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker û cerdevanan ve têne birîn.

Leşkerên Tirk ên dagirker, di çarçoveya êrişên dagirkeriyê de li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Namazê yên Şirnexê bênavber xwezayê wêran dikin, daran dibirin. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên Qilabanê ber bi Bestayê ve çûn, li herêma Tîkerayê di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin.

Cerdevan Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ku li Bestayê 'îhaleya' birîna daran wergirtine, tevî cerdevanên xwe zextê li gundiyan dikin ku tevlî vê talana xwezayê bibin.

Li gorî agahiyan li herêma Tîkerayê rojane bi 300 tonî dar têne birîn, bi traktoran dibin qadeke nêzî bajarokê Sêgirkê. Darên têne birîn piştre ji aliyê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ve têne firotin.