Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bidawî bû

Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê ya HDP'ê bidawî bû, Hevşaredar Halît Ugun ê ku hatî destgîrkirin birin Erzeromê.

Serê sibehê polîsên Tirk bi çarçoweya operasyonên siyasî bi ser Şaredariya Qereçobanê ya Erzeromê ya HDP'ê de girtibûn, lêgerîna polîsan a li şaredariyê bidawî bû.

Polîsan dest li ser kompîtira Hevşaredar Halît Ugun danîn û ji şaredariyê çûn.

Hevşaredar Halît Ugun û ajokarê Hevşaredar Yakûp Ugun birin Midûrtiya Emeniyetê ya Erzeromê. Li ser dosyaya Hevşaredar û ajokarê wî biryara xefkirinê hate standin.

Organên çapemeniyê yên AKP'ê nûçe dan ku Ugun ji peywirê hatiye standine û qeyûm li şaredariyê hatiye danîn.