Laurent: Em dixwazin li gundên bûn hedefa êrişên Tirkiyeyê lêkolînê bikin

Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent weke endamekî heyeta aştiyê çû Başûrê Kurdistanê û got, "Em ê piştgiriya xwe ya enternasyonalîst nîşan bidin."

Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent, weke endamekî heyeta aştiyê çû bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û hin hevdîtin kir. Pierre Laurent got, "Yên ku di dema têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de çepik ji Kurdan re lê dixist, divê niha berê xwe nezîvirînin. Divê li ber êrişên dewleta Tirk rabin."

Laurent diyar kir, ku ji bo li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Kurdan bisekine û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan bide ew hatiye herêmê û got, "Ji bo nerazîbûnê nîşanî bêdengiya çapemeniya Ewropa û Fransayê bidin em li vir in. Hem hatin vê derê ku ku piştevaniya xwe nîşan bidin, daxwaza rawestandina êrişan bikin, agahiyan werbigirin û piştî vegeriya li welatê xwe, bikin ku dîwarê bêdengiyê yê li Fransayê û Ewropayê bê hilweşandin."

Laurent bi bîr xist, ku Kurdan di berxwedana dijî DAÎŞ'ê de piştgirî wergirtin û got, "Lewma dema ku Tirkan êrişî Kurdan kirin, nabe ku em berê xwe bizîvirînin û li cihekî cuda binerin. Dibe ku di civîna bilind a NATO'yê de ku îro tê lidarxistin, derfet ji Tirkiyeyê re bê dayin ku li gorî dilê xwe êrişî Kurdan bike. Di encama danûstandin û tawîzan de Tirkiye li gorî kêfa xwe dikare êrişî Kurdan bike. Em dixwazin li dijî vê yekê atmosferekê biafirînin û bînin ziman ku divê bi vî rengî nebe."

'HATINA MIN A LI XAKA IRAQÊ QEDEXE KIRIN'

Laurent diyar kir ku dema ji Balafirgeha DOHA'yê tevî hevalekî xwe yê Fransayê hat, ji wan re hate ragihandin ku daketina li xaka Iraqê ji bo wan qedexe ye û got, "Ez li Konsolosxaneya Fransayê geriyam û di asta Wezareta Karên Derve de min destûr wergirt. Lê belê hevalê min ê Fransî neçar ma vegere. Ez zanim ku gelek aktîvîstên aştiyê weke heyeta aştiyê nekarîn xwe bigihînin Erbîlê. Welatên Ewropayê ji bo astengkirina vê heyetê gelekî hewl da û ez vê yekê weke skandalekê pênase dikim."

'ME GELEK HEVDÎTIN KIR'

Laurent ragihand ku li Hewlêrê wan bi nûnerên YNK, Tevgera Goran, parlamenteran re hevdîtin kirin û nêrîna xwe çi dibe bila bibe bi nûnerên partiyên siyasî re rûniştine û wê hevdîtinên xwe dewam bike. Laurent got, "Me êvarê (doh) hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve re kir. Wezîrê Karên Derve bi navê PDK'ê hevdîtin bi heyetê re kir. Me hevdîtin bi nûnerên cuda yên siyasî re kir û nerazîbûna xwe nîşanî êrişan dan. Bi navê piştevaniya enternasyonalîst, di çarçoveya heyeta aştiyê de bi nûnerên komeleya rojnamevanan, komeleya parlamenterên berê yên Iraqî re hevdîtin kir.

Hatina wezîr nêzîkatiyeke erênî ye, tê wateya diyaloga bi heyetê re. Ev yek di heman demê de pêwendiya xwe bi bandora hatina heyetê heye, bi rojevbûna heyetê heye. Wezîr bersivên erênî neda pirsên me, lê belê em ê karên xwe dewam bikin.

Em ê li pêşiya ofîsa Neteweyên yekbûyî civîna çapemeniyê li dar bixin. Em dixwazin piştevaniya xwe ya enternasyonalîst nîşan bidin.

Em dixwazin encama êrişan li herêmê yekser bibînin. Bi navê heyeta aştiyê em dixwazin bi gel re plansaziya xwe pêk bînin."

'CIVÎNA NATO'YÊ DIVÊ BANG BIKE KU ÊRIŞÊN LI SER KURDAN BÊNE RAWESTANDIN'

Senator Laurent destnîşan kir ku di civîna NATO'yê de divê bang bê kirin ku êrişên li ser Kurdan bêne rawestandin û bi bîr xist ku eger Kurd nebûna, hêzên Rojavayî wê li dijî DAÎŞ'ê nekarîbûna bi ser biketa.

Laurent bal kişand ser ihtimala hevdîtinên bi nêteke xerab û destnîşan kir, fikar heye ku NATO bi navê başkirina têkiliyên bi Enqereyê re êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kurd û Kurdistanê ji nedîtî ve bê. Laurent diyar kir ku divê Kurdan nekin qurbanê têkiliyên berjewendiyan ên navbera Tirkiyeyê û hêzên NATO'yê.

Laurent destnîşan kir ku divê peymaneke bi nêteke nebaş a navbera Tirkiye û NATO'yê neyê tercîhkirin û got, "Divê Fransa, Elmanya, Ewropa û welatên Yekîtiya Ewropayê bêjin ku ew êrişa Tirkan a li dijî gelê Kurd naxwazin."

'DIVÊ KES BERÊ XWE JI KURDAN NEZÎVIRÎNE'

Senator Laurent got, "Her kesên ku wêrekî, berxwedana şervanên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, silav kirin; ji wan re dibêjim ku berê xwe nezîvirînin. Dewleta Tirk, Erdogan bi rengekî îllegal peymanên navneteweyî binpê dike û êrişî gelê Kurd dike." Laurent bi bîr xist ku Kurdan dema li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikirin, gelek mirovên xwe feda kir.

Laurent anî ziman ku li hemberî vê yekê jî Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan bi çeteyên DAÎŞ'ê re peymanên gelekî metirsîdar çêkir û got, "Hevalbendê me yê demdirêj ê ji bo demokrasî, edalet û azadiyê Kurd in. Em piştgiriyê didin Kurdan ku rêveberiya xwe, paşeroja xwe ava bikin. Divê em piştgiriya Kurdan bikin. Raya giştî ya cîhanê jî divê li ber polîtîkayên tarî yên Erdogan rabe û cihê xwe li gel gelê Kurd bigire."