'Kurdistan divê bi biryara hevpar a hemû parçeyan bê avakirin'

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Daxwaza serxwebûnê ya Başûr wê bibe astengiya herî mezin li pêşiya Kurdistana mezin."

Li Başûrê Kurdistanê wê di 25'ê Îlonê de Referandûma Serxwebûna Kurdistana pêk bê. Niqaşên di derbarê referandûmê  de didomin. 

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî, mijara referandûmê û karê KNK'ê yê ji bo yekîtiya neteweyî nirxand. Dr. Berwarî destnîşan kir ku biryara Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê biryara PDK'ê ye û di nava vê biryarê de Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan jî heye. Dr. Berwarî diyar kir ku referandûm  wê li pêş azadiya Kurdistana mezin bibe astengiya herî mezin û wiha got: "Wekîlên başûr ne wekîlên çar perçeyên Kurdistanê ne. Li ser navê bakur, rojhilat û rojava nikare biryarê bide. Divê biryara avakirina Kurdistanê biryara hevpar a çar perçeyên Kurdistane be."

Berwarî destpêkê derbarê xebatên konferansên yekîtiya neteweyî ya Kurd agahî dan û wiha got: "Em xebatên 5 konferansan bi hev re dimeşînin. Xebatên konferansên Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava û Ewropa didomin. Berê xebatên konferansê tenê li ser Kurdan dihat meşandin. Tenê Kurd tev li konferansan dibûn. Lê niha wê hemû gelên Kurdistanê û baweriyên Kurdistanê tev li xebatên konferansên me bibin." 

LI HER QADÊN KURD LÊ DIJÎN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK ESAS E

Dr. Berwarî destnîşan kir ku li hemû qadên Kurd lê dijîn ew yekîtiya neteweyî ya demokratîk esas digire û wiha anî ziman: "Em dixwazin li her hêzên bawerî û neteweyên din jî tevlî têkoşîna xwe bikin. Mînak; 2 meh li pêş Konferansa Rojava heye. Em hewl didin ku hemû partiyên siyasî, bawerî, rewşenbir, nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl ên li Rojava tevlî vê konferansê bikin. Her kanton di nava xwe de panel û organizasyonan çêdikin. Di encamê de wê reng û ruhê Yekîtiya Neteweyî ya Rojava derkeve holê."

Berwarî anî ziman ku di konferansên yekîtiya neteweyî ya Kurd de partiyên heta niha beşdar nebûn KCK û PKK nîşan dan û got, "Lê ev ne rast e. PKK, PAJK û PYD'ê jî wekî 60 partiyên Kurdan di nava wê de cihê xwe girtiye. Hemu partiyên çep, rast û baweriyên wan cuda bi awayekî azad endam dane KNK’ê. Partiyên ku heta niha beşdar nebûn, ji bo dîsa beşdar bibin me carek din bi wan re hevdîtin pêk anî. Me têkilî pêş xist. Heta kêliya dawî ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd û demokratîk deriyê me vekiriye. Em wê ji bo vê yekê xebatên xwe berdewam bikin." 

'EWIL PÊDIVIYÊN GELÊ KURD Û KURDISTANÊ LI PÊŞ IN' 

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser armancên sereke û wiha pê de çû: "Ewil ji bo me pêdiviyên gelê Kurd û Kurdistanê esas û li pêş in. Partî tenê gund û navçeyekê temsîl nake. Tenê herêma Soran, Hewreman, Behdînan Kurdistanê temsîl nake. Mînak; gelê me yê Êzidî xwedî îbadet û baweriyek pir xweser e. Her yek perçeyek û rengekî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Divê konferans hemû daxwazên gelê Kurdistanê bibersivîne. Divê tenê xizmeta malbat û herêmekê neke. Divê berjewendiyên neteweyî serdest bin. Xeta me ya sor 'îxaneta neteweyî' ye. Eger ku li dijî berjewendiyên neteweyî kar û têkiliyên taybet pêş bixe em wekî KNK'ê li dijî vê yekê ne. Ev ji bo me xeta sor e. Divê hemû kes, komele, partî û sazî di çarçoveya xizmeta neteweyî de tev bigere û bide û bîstine. Niha li başûr ev nexweşiya perçeyî serdest e. Li Rojava û Bakur jî şopa vê nexweşiyê heye. Azadiya tê xwestin divê tenê ne ji bo partiyekê be. Azadî û demokrasiya tê xwestin divê ji bo hemû gel û baweriyên li Kurdistanê be." 

Berwarî destnîşan kir ku di civînên Kerkûk û Xumartû de şopên vê nexweşiyê xwe dan der û wiha nirxand: "Gel van rastiyan dibîne. Partiyên tevlî KNK’ê nebûn û xizmeta dijmin kirin, li dijî xeta sor a KNK’ê tev geriyan. Gel li vir ji van partiyên ku destketiyên gelê Kurd ên di têkoşîna 27 salan de gelek bêzar e. Li Başûr partiyên 60-70 salî hene. Lê heta niha tenê carekê yan du caran serokê partiyan guhertine. Tenê feraseta xwe di partiyê de esas girtine. Li gorî xwe demokrasiyê ava dikin. Eger ku partiya 60-70 salî heta niha ji bo Başûr projeyek amade nekiribe û pêş nexistibe ji bo perçeyên din ên Kurdistanê jî nikare proje û çareseriyê pêş bixe. Ev partiyana li pêş yekîtiya gelê Kurd û Kurdistana mezin astenga herî mezin e. " 

PARTIYÊN NÊZÎ YEKÎTIYA KURD NABIN YÊN NÊZÎ ERDOGAN IN

Partiyên ku nêzîkî yekîtiya gelê Kurd nabin bêtir partiyên girêdayî Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan in. Ji ber ku di nava 21 rêgezên me de rêgeza sereke berî her tiştî divê berjewendiyên neteweyî esas bigire. Ev partî nêzî yekîtiyê nabin. Li ser berjewendiyên malbatî û partiyên xwe nêzîk dibin." 

DIVÊ EM JI SERXWEBÛNA KURDISTANA MEZIN RE BÊJIN ERÊ

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Dr. Kamûran Bewarî bal kişand ser girîngî, wate û hewcedariya referandûmê û wiha got: "Niha tenê ji bo referandûma perçeyekî gotina 'Erê' şaş e. Divê em ji bo referandûma Kurdistana mezin bêjin erê. Divê em pêvajoya ji salên 1921’an heta salên 1970'an bibînin. Di 50 salan de tenê otonomiyek lawaz bi dest xistin. Ev jî li ser kaxizê ma. Di sala 1974’an de komployek hat pêşxistin. Yek ji partiyên siyasî yên bi sînor PDK ye. Niha hemû rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê paşve xistiye. Hemû parlamenta Kurdistanê û aboriya Kurdistana Başûr xistiye bin destê xwe. Hewl dide hemû hêza leşkerî têxe bin kontrola xwe. Hemû gelê sivîl bê vîn dihêle. Li gorî vê rewşê mirov nikare behsa Kurdistana Serbixwe bike. 

Ji bo referandûma Başûr tenê PDK'ê biryar daye. Bi komekê biryar hatiye girtin. Biryara komekê vîna hemû Gelê Başûr û çar perçeyên din temsîl nake. Li Başûrê Kurdistanê 49 partiyên siyasî hene. Kesên dixwazin Kurdistana duyemîn ava bikin divê berî her tiştî li çar perçeyên Kurdistanê bifikirin. Divê prensîpa sereke û hevpar a 4 perçeyên Kurdistanê be. Divê hemû perçeyên Kurdistanê li dijî Îran, Tirkiye û welatên din biparêze. Eger ku referandûm  pek bê, qadên di sînorê xala 140’an de (Ev herêm ji sedî 52’ê Kurdistana Bakur in) wê ji destê Kurdan derkevin. Berpirsiyarê vê yekê PDK ye. Li çar perçeyên Kurdistanê 60 milyon Kurd hene. Wê hesap ji PDK'ê bipirsin. Eger ku di referandûmê  de Na derkeve û di çarçoveya xala 140’an de ax ji destê Kurdan derkeve wê êrîş li ser Kurd bê kirin. Vê carê jî wê bêjin we got 'Na' û dîsa her tiştî têxe sitûyê gel. Bi vê yekê pergala dîktatoriyê li ser gel ferz kiriye. Ji ber ku plana referandûmê  projeya Erdogan û AKP’ê ye. Li pişt plana referandûmê  Erdogan û Tirkiye heye. 

DI KURDISTANA MEZIN DE FIKRÊN OCALAN HENE

Çima Tirkiye ji Kurdistana mezin ditirse. Ji ber ku li çar perçeyan fikrên Birêz Ocalan û pergala KCK'ê heye. Pergala KCK'ê û fikrên Ocalan yekîtiya çar perçeyê Kurdistanê û yekîtiya gelan dixwaze. Kurdên azad dixwaze. Tirkiye ji Kurdên azad ditirse. Ji ber vê yekê naxwaze Başur û Rojava bibe yek. Dixwaze Kurd negêjin Derya Spî. Çiqas referandûm  ji bo Kurdan zerar e ew qas jî ji bo PDK'ê jî zerar e."

ÇARESERÎ YEKÎTIYA GELAN Û HEMÛ PARTIYAN E

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî herî dawî anî ziman ku niha herî zêde diçin partiyên PDK, YNK, Goran û partiyên din û wiha got: "Niha ti partî bi serê xwe nikarin Kurdistana mezin ava bikin. Nikarin pergala mezin a ji bo çar perçeyan ava bikin. Partiyek nikare Kurdistana mezin a demokratîk û azad ava bike û biparêze. Nikare paşeroja demokratîk biafirîne. KDP, sînorê Sykes-Picot bêtir xurt dike. Me wekî KNK'ê bi hemû partiyan re hevdîtin kir. Em dibêjin destûr nedin ku KDP’ destketiyên Kurdan talan û wêran bike. "