‘Kurd şerê hebûn û nebûnê dikin’

Sazî û destgehên ziman û çandê yên li Amedê destnîşan kirin ku Kurd bi bişaftina çandî re şerê hebûn û nebûnê dikin.

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî li Amedê berdewam in. Di çarçoveya çalakiyan de saziyên ziman û çandê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tekildarê qedexekirina cil û bergên Kurdî li ber Şanoya Bajar a Amedê ya li navçeyê Peyasê ya Amedê daxuyanî dan. Xebatkar û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleye û Ma Music tev li daxuyaniyê bûn.

CIL Û BERGÊN KURDÎ JI ZAROKAN KIRIN, TAZÎ HIŞTIN’

Endama Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer daxuyanî xwend û got ku gelek bi zimanê xwe tê naskirin û ji bo neteweyekê pêşketina ziman û çandê pêşketina jiyanê ye. Koçer, bal kişand ser polîtikayên pişaftina li ser zimanê Kurdî û wiha  axivî: “Bi salan e ziman û çanda Kurdan bi siyaseta sîstematîk, rûbirûyê pişaftin û qirkirinê re ne. Niha ev siyaseta sîstematîk gihîştiye asteke wisa ku êdî stranên Kurdî jî qedexe dike. Di Newroza îsal de cil û bergên Kurdî hatin qedexekirin. Heta cil û bergên Kurdî ji zarokan hatin kirin û ew tazî li meydanê hiştin.

‘KURD JI BO HEBÛNA XWE ŞER DIKIN‘

Koçer bi lêv kir ku qedexekirina ziman hatiye asta rû bi rû bû bûna bi tune bûnê re ya Kurdan û wiha pê de çû: “Bêguman em hunermendên Kurd, em ê li hemberî qedexekirin, pişaftin û qirkirinê xwedî helwest bin. Helbet hebûna mirov di bin xetereyê de be mirov nikare behsa azadiyê bike. Di rewşeke wiha de divê mirov ji her aliyî ve şerê hebûn û nebûnê bike. Bi salan e em Kurd li Kurdistanê ji bo hebûna xwe şer dikin.”

‘XETA XIYANETÊ PDK BI XWE YE‘

Koçer bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin û wiha axivî: “Wekî tê zanîn hemû destkêftiyên Kurdan rû bi rûyê êrîşan in. Êrîş hatine asta tunekirina me Kurdan. Ji ber van êrîşan em jî ji wan re lavayan nakin û em ê nekin jî. Lê mixabin ku xayin û hevkarê faşîzma li ser me Kurdan wekî her serdem û qonaxa dîrokî ya Kurdistanê û gelê Kurd îro jî li ser kar e. Îro xeta xiyanetê PDK bixwe ye.  Lewma yên ku bi faşîzma li ser gelê Kurd re hevkariyê dikin, rê li ber êrîşan vedikin ne Kurd in, ne jî birayê kurdan in.”

‘WERIN EM XWE Û WELATÊ XWE AZAD BIKIN’

Koçer di dawiya daxuyaniyê de ji bo xwedî derketina li ziman û çandê bi vî awayî bang li gel kir: “Em xwedî li ziman, çand û hunera xwe anku xwedî li hebûn, azadî û rûmeta xwe derbikevin. Li hemberî êrîşên qirkirin û xeta xiyanetkar em li dora man û nemanê, azadî û rûmetê bibin xelek. Werin em bi hev re di têkoşîna azadî û rûmetê de mil û dest bidin hev, azadiya xwe û azadiya welatê xwe mîsoger bikin.”