Kurd be, emr ne xem e

Medenî Ozer bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya dayika wî ya 80 salî û bavê wî yê 79 salî yên girtî û got, "Ji bo sîstemê temenê Kurdan ne xem e; ha 7 salî ye, ha 70 salî ye."

Medenî Ozer diyar kir ku dê û bavê wî zêdeyî sê mehên li girtîgehê girtî ne û got, "Eger ev dema girtîhiştinê bê dirêjkirin, wê pirsgirêkên wan ên tenduristiyê giran bibin. Fikarên me zêde dibin."

Li navçeya Artemêtan a Wanê, Makbûle Ozer a 80 salî û hevserê wê Hadî Ozer ê 79 salî di 24'ê Tîrmeha 2018'an de di serdegirtina polîsan de ya li mala wan, tevî zarokên xwe hatin destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsînekê de doz li hevseran hate vekirin. Dadgeha herêmî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevserên Ozer birî û dadgehên bilind jî ev ceza erê kirin. Ji ber vê yekê jî hevser Ozer 9'ê Gulanê hatin girtin û ew xistin girtîgehê. Hevser Ozer 105 roj in li girtîgehê dîlgirtî ne.

JI BO SÎSTEMÊ EMRÊ KURDAN NE XEM E

Kurê wan Medenî Ozer anî ziman ku ew ji yên ku vê bêhiqûqiyê dikin edalet, maf û hiqûqê hêvî nakin. Ozer destnîşan kir ku kiryara heyî encamek ji kîn û hêrsa li dijî Kurdan e û got, "Jİ bo sîstemê emrê Kurdan ne xem e; Ha 7 salî ha jî 70 salî. Ev mirov hewcedar in. Ne ew mirov in ku karibin li girtîgehê bêne hiştin; herdu jî nexweş in."

FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN

Ozer ragihand ku eger dayik û bavê wî hîn bêhtir li girtîgehê bêne hiştin wê rewşa wan a tenduristiyê gelekî giran bibe û got, "Şensê dayika min nîne ku zêde bijî. Fikarên me zêde dibin. Di vê mijarê de me gelekî hewl dan; raya giştî jî çêbû, hin derdoran û partiyên siyasî piştgirî dan. Lê belê sîstem xwe ker, korr dike."

MALBATÊ BI TEMAMÎ DÎL DIGIRIN

Ozer diyar kir ku sîstem ne tenê çend ferdên malbatê, lê belê tevahiya malbatê dîl digire û got, "Ji aliyê civakî, siyasî, aborî û psîkolojîk ve hewl dide vê bike."