Kongreya KCD’ê didome: Tenê Ocalan dikare kaosê bi dawî bike

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle peyamek şand ji Kongreya KCD’ê re û diyar kir ku ew ê bi ser bikevin.

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle peyamek şand ji Kongreya KCD’ê re û diyar kir ku ew ê bi ser bikevin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê jî ji bo çareseriyê Îmrali îşaret kir û got, “Ji bo ku li Tirkiyeyê kaos bi dawî bibe, divê Ocalan beşdarî pêvajoyê bibe.”

Kongreya KCD’ê ya asayî ya 8’emîn didome.

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle peyamek şand ji kongreyê re û Hevserok Guven jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

DÎCLE: EM Ê BI SER BIKEVIN

Peyama Dîcle bi kurtasî wisa ye:

“Ez we hemûyan silav dikim. Bi fîzîkî ne li ba we bim jî, dilê min bi we re ye. 

Wekî ku hûn jî dizanin dewlet beriya niha 5 hezar sal berê ava bû, civak kir kole. Saziya burokrasiyê civak kir kole. Em jî dixwazin civakê ji vê koletiyê rizgar bikin.

KCD saziyeke me ya civakî ya sîvîl e, li vê derê gelê Kurd kêşeyên xwe çareser dikin.  KCD ji bo  aştiyane ye, demokratîk e û îfadeya şênber a meclîsbûnê ye.

Em ê li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Ji ber ku em mafdar in.”

GUVEN: HEKE HÛN ÇARESERIYÊ DIXWAZIN TECRÎDÊ RAKIN

Di kongreyê de Leyla Guven jî axivî.  Guven di axaftina xwe de qala van tiştan kir:

“Li Rojhilata Navîn pêşketin didome. Pêdiviya me bi lidarxistina kongreyê jî hebû.

Em dîroka xwe ji bîr bikin, em ê tune bibin. Dîroka em Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz e. Em careke din wan bi bîr tînin.

Gelê Kurd êdî wê bibe xwediyê statuyê. Bi talîmatên ji Enqereyê hûn nikarin qedera gelê Kurd diyar bikin. Wê gelê Kurd qedera xwe diyar bike.

Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Ocalan biaxive wê demokrasî û aştî were. Ji ber wê jî dengê wî birrîn. Em careke din dibêjin, heke hûn çareseriyê dixwazin tecrîdê rakin. Ji bo ku li Tirkiyeyê alozî bi dawî bibe divê Ocalan bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe. 

Li Kurdistanê piştî xwerêveberiyê hilweşandinê dest pê kir. Piştî şer hemû bajar hatin cezakirin. Mesele daxwaza statuye ya Kurdan e. Bi girtin û bêdengkirinan xwestin dengê me bibirin.

Tişta ku li Dayê Hatûn kirin wekî ya Dayê Taybet e. Wêne cihê bin jî, feraseta wan yek e.

10 sal in xebatên me hene. Salek e li ser me operasyon heye û dixwazin me terorîze bikin. Em dizanin ku ev rêyeke zehmet e lê tu tişt nikare li pêşiya îradeya gelan bisekine. KCD kongreya gelan e.”