Kongreya asayî ya KCD’ê ya 8’emîn dest pê kir

Kongreya KCD’ê ya asayî ya 8’emîn bi şîara “Ji bo Kurdistana azad roj roja yekîtiyê ye” dest pê kir.

Kongreya KCD’ê ya asayî ya 8’emîn bi şîara “Ji bo Kurdistana azad roj roja yekîtiyê ye” dest pê kir. Hevserokên HDP’ê, DBP’ê, endamên KCD’ê, çalakvanên TJA’yê û gelek siyasetmedarên Kurd beşdarî kongreyê bûn.

Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û Taybet Înan û pankartên “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Azad”, “Bi Rêbertiyê em ê bi ser bikevin” li salona kongreyê hate daliqandin.  Kongre li Avahiya Bajêr a DBP’ê tê lidarxistin.

Piştî hilbijartina dîwanê, kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Seroka Lijneya Dîwanê Leyla Bîrlîk axivî û got, “Em dizanin ku pergal ji bo daxwazên xwe bi cih bîne, serî li gelek rêyan dide. Li hemberî van hêzên hov, Tevgera Kurdan têdikoşe.”

Bîrlîk axaftina xwe wisa domand, “Li bajarên me qedexe hatin îlankirin, zarokên me li bodrûman hatin qetilkirin. Lê gelê Kurd tu carî stûyê xwe xwar nekir. Em ê têkoşîna Mehmet Tûnç heta dawiyê bidomînin.”

Kongre bi axaftinan didome…