KONGRA-GEL: Ruhê berxwedanê divê bi serdanên cejnê li her qadê bê belavkirin

KONGRA-GEL xwest ku Cejna Remezanê bibe wesîle ji piştevaniyê re û got, "Ruhê berxwedanê divê bi serdanên cejnê li her qadê bê belavkirin. Gelê me ji bo xurtkirina yekîtiya civakî divê serdanên cejnê weke firsendekê bibîne."

DAXUYANIYA KONGRA-GEL A LI SER CEJNÊ

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Em Cejna Remezanê ya pîroz li Rêber Apo, gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz dikin. Bi taybetî di vê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de hêvî dikin ku cejn bibe wesîle ji piştevaniya civakî ya gelê me re."

Peyama KONGRA-GEL bi vî rengî ye:

"Gelê Kurdistanê li çar parçeyan vê cejnê di nava şert û mercên gelekî cuda de pêşwazî dike. Di nava şeş mehên dawî de di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' li Kurdistanê û qada navneteweyî pêşketinên gelekî girîng pêk hatin.

Li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna gerîla, berxwedana li zindanan, çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, coş û kelecana li pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê kir ku di hilbijartinên xwecihî de faşîzma AKP-MHP têk biçe û pêvajoya hilweşîna siyasî ya faşîzmê da destpêkirin.

Gelê me di vê hilbijartinê de bi stratejiya xwe ya xeta sêyemîn re careke din nîşan da ku ji bo hilweşandina sîstema faşîst a li Tirkiyeyê û afirandina sîstema civakî ya demokratîk û pirrengî ew hêza herî birêxistin û pêşeng e.

Tevî polîtîkayên hilbijêrên qeyûm ên gerok ên hikumeta AKP-MHP'ê jî li Kurdistanê gelê me serketineke mezin bi dest xist. Gelê me ji bo xurtkirina yekîtiya civakî divê serdanên cejnê ji bo xwe weke firsendekê bibîne.

Ruhê berxwedana xelkê Wanê ku li dijî darbeya faşîzma Erdogan a ji bo desteserkirina îradeya gelê me hate nîşandan, divê bi serdanên cejnê re li her qadê belav bibe.

Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo xwe ji pêvajoya hilweşînê rizgar bike amadekariyê ji şerekî giran re dike. Ji ber ku di şerê dijî gerîla û gelê Kurd de bi hêza xwe nikare encamekê bi dest bixe, ketiye nava lêgerîna wê yekê ku ji derve piştgiriyê werbigire. Erdogan ji bo vê yekê li ber deriya digere û destê xwe li ber her kesî vedike. Serdanên li Rojhilata Navîn, Ewropa û DYE'yê têne kirin û yên bêne kirin di vê çarçoveyê de ne.

Hilweşîna aborî ya ji ber şerê faşîzma AKP-MHP'ê ya li hemberî gelê Kurd rû da ewqasî mezin e ku ti hêz nakeve binê vî enqazî. Lewma em dikarin sala 2024'an bikin sala hilweşîna faşîzmê, sala azadiya Rêber Apo û gelê me. Ev yek bi gelê me û têkoşîna hêzên demokrasiyê ve girêdayî ye.

Bi vê bawerî, coş û kelecanê em Cejna Remezanê careke din li gelên Kurdistanê û herêmê pîroz dikin û hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya bilindkirina ruhê piştevaniya civakî."