Komploya 15'ê Sibatê li Şengalê hate şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji aliyê gelê Şengalê ve hate şermezarkirin.

Şêniyên Şengalê bi wesîleya salvegera 19'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an, li ber avahiya Şaredariya Şengalê li hev civiyan û ber bi Meydana Şehîdan ve meşiyan.

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico li Meydana Şehîdan axivî û bi bîr xist ku komploya navneteweyî ya li ser Ocalan hê jî didome. Hico got, "Dewleta Tirk bi dewamkirina komploya navneteweyî re dixwaze vîna gelê Kurd tine bike. Bi milyonan kes li dora Rêber Apo li hev civiyan û pêşî li komployê girtin. Piştî ku pêşî li komploya 15'ê Sibatê hate girtin dewleta Tirk vê carê xwest nêrîn û projeyên çareseriyê yên Rêber Apo tine bike. Lê belê bi sekna Rêber Apo, bi xwedîderketina gel, ev yek careke din hate pûçkirin.

Di sala 20'an a komployê de vê carê dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê û tinekirina gelê Kurd êrîş dike. Dewletên ku di nava komploya navneteweyî de cih girtibûn, li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in. DYA, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û gelek sazî li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bimire hêzên komploger" hatin qîrîn.