'Komplo bi berxwedana Rêber û gelê me hat têkbirin'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku 19 sal li pey xwe hişt, bi ser neket.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, bi wesîleya salvegera 19. a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ji ANF'ê re axivî.

Hozat di destpêka axaftina xwe de ragihand, ku di dîroka mirovahiyê de komployeke bi vî rengî ya namerdî kêm caran hatiye dîtin û bi vê wesyîleyê, komplo û komploger bi hêrseke mezin şermezar kir.

Hozat, hemû şehîdên bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn xelekek ji êgir û tevahiya şervanên azadiyê yên şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî.

Besê Hozat bi bîr xist, ku îsal jî gelê Kurd bi pêşengiya jinan li Ewropa, Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê, gelemperiya Kurdistanê û cîhanê çalakiyên bi heybet ên protestoyî li dar xistin û got, "Gelê me bi dirûşma 'Em ê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re bi awayekî azad bijîn' daket kolan û meydanan. Ji ber vê serhildana bi heybet, ez bi hezkirin û hurmetdarî hemû jin, gel û dostên me silav dikim."

BERXWEDANÊ KOMPLO TEVIZAND

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, ku gelê Kurdistanê ev 19 sal in bi rengekî bê eman li dijî komployê têdikoşe û got, "Bi lehengî li ber xwe dide. Vê berxwedana gelê me nehişt ku komplo biçe serî. Gelê me teslîmî komplogeran nebû û nîşanî tevahiya herêmê û cîhanê da ku wê meşa azadiyê bê navber bidomîne û têkoşînê xurt bike.

Bi dîlgirtina Rêbertî re li Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ya ku bi komployê hate xwestin bê kirin, îmhakirina Rêber Apo bû. Ev bi ser neket. Bi hêza pêşdîtinê ya Rêberê me, bi sekna fedayî ya hevrêyên me, bi berxwedana bi heybet a gelê me, pêşî li vê plana tirsnak hate girtin.

Plana duyemîn jî, tasfiyeya bi demê re bû. Navê vê tasfiyeyê jî polîtîkaya tecrîdê ye. Berxwedana bi heybet a gel û tevgera me ev polîtîka tevizandibe jî, hê ev polîtîka didome.

Rêberê me û gelê me, komplo têk birin. Ev yek ti tena serê xwe bûyereke gelekî mezin a dîrokî ye, mijara romaneke dîrokî ye."

ŞOREŞA GEL A DEMOKRATÎK A ŞOREŞGERÎ, BERSIVA HERÎ WATEDAR A LI KOMPLOYÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da zanîn, ku derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ji Sûriyeyê, bi operasyona gladîo ya NATO'yê dest pê kiriye û wiha dewam kir: "Rêberê me neçar hate hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve. Li cihekî ku komployê lê dest pê kir, niha şoreşa gel a demokratîk a şoreşgerî heye, ku bandorê li tevahiya cîhanê dike. Ev pêşketineke newaze ye. Bersiva herî bi wate û hêja ya li hêzên komploger e. Nîşaneya herî berbiçav û bedew a pûçkirina komployê ye."

Hozat bal kişand ser keda salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û got, "Rêberê me bi salan yekser bi gelê me yê li Rojava re eleqedar bû. Gelê me perwerde kir. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji vê derê belavî Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat bû. Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê re bi salan bû malovan. Ji ber vê yekê, tiştekî gelekî xwezayî ye, ku şoreşa Rojava li ser xeta Rêber Apo afirî."

Hozat destnîşan kir, ku şoreşa Rojava ji bo çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve modeleke bi mînak e û di demokratîkkirina welatên herêmê de jî bi roleke dîrokî radibe.

'AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO, MISOGERIYA JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK E'

Hozat bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Ocalan, ku di 8. Civata Giştî ya KJK'ê de biryara wê hate dayin û got, "Ev biryar gelekî girîng e. Bêguman azadiya Rêber Apo azadiya jinan e. Komplo di şexsê Ocalan de li dijî jinan hatiye kirin. Polîtîkaya tecrîdê jî ku dewama komployê ye, di şexsê Rêber Apo de li hemberî vîna jinên azad û gelê Kurd tê kirin. Tecrîda li Îmraliyê niha li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye. Civaka Tirkiyeyê di nava tecrîdeke giran û rejîmeke zordar de ye. Tirkiye veguheriye girtîgeheke nîv vekirî, lê bîst û çar saetan êşkence lê tê kirin. Jin, gelê me û hêzên demokrasiyê bi salane li dijî vê rejîma êşkenceyê bi xurtî têdikoşin. Vê têkoşînê encamên girîng bi xwe re aniye. Eger berxwedana jinan, gelê me û dostên me nebûya, me îro nekarî qala pûçkirina komployê bikira. Eger komploya navneteweyî bi ser neket, ev yek bi saya têkoşîna tevgera azadiyê, jinan û gelê me ye. Bi saya berxwedana fedayî ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku ya pêşî li komploya navneteweyî girt, ev têkoşîna bi heybet a bê navber e û got, "Meşandina vê têkoşînê li dijî zîhniyeta komploger û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, misogeriya jiyana azad û demokratîk e. Gelê me ku pêşî li komployê girt, wê zîhniyeta komploger jî tasfiye bike."

Hozat bi bîr xist, ku dirûşma "Em ê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re bi awayekî azad bijîn" li her derê veguheriye dirûşmeke hevpar a têkoşînê û got, "Ev têkoşîna watedar ku sedema azadî û hebûnê ya jin û gelan e, heta ku bi ser bikeve divê bidome. Divê em rojên azad ên bi Rêber Apo re biafirînin."