Komîteya Zindanan a PKK'ê ji bo hilbijartinê bang kir

Komîteya Zindanan a PKK'ê li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyek da û di serî de malbatên girtiyan bang li tevahiya civakê kir ku hesabên AKP-MHP'ê ji hev bixin.

Komîteya Zindanan a PKK'ê destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê bibin hilweşîna fermî ya bloka faşîst a AKP-MHP'ê û ji bo dengdanê bang li hemû malbatên girtiyan kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke malbatên girtiyan divê em vê planê ji hev bixin û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê biqedînin."

Komîteyê diyar kir, bloka faşîst a AKP-MHP'ê ji bo pêşî li têkçûna xwe bigire û desthilatdariya xwe biparêze, hilbijartin ferz kiriye û wiha dewam kir:

"Lê belê xuya ye ev hilbijartin wê bibe îlana hilweşîna wan. Hemû şan û nîşaneyên li Tirkiyeyê radixin pêş çavan ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi bayê bezê qels dibe û hildiweşe. Ast, huner û hêza vê bloka faşîst nemaye ku karibe welêt bi rê ve bibe. Hemû polîtîkayên îmha, zilm û zordariya ku bi navê 'Plana Têkbirinê' ji sala 2015'an û vir ve dimeşîne, ji aliyê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ve bi berxwedanê hatine pûçkirin. Zelal û li pêş çavan e ku ya niha hildiweşe tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye.

24' HEZÎRANÊ DIBE KU AKP-MHP'Ê BIQEDÎNE

Hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ber vê yekê girîng in. Ev hilbijartin dikare tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê biqedîne. Lê belê ev yek wê xweber nebe. Ji bo vê, divê hemû hêzên li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ne, bi rengekî xurt, berfireh û rêxistinbûyî têbikoşin û bixebitin. Ev kar ne tenê karê ji bo hilbijartinê ye. Li dijî konsepta tinekirinê ya topyekûn a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, beşeke girîng a berxwedana topyekûn e. Pêwîste bê zanîn ku dîktator bi rehetî dest ji dîktatoriya xwe bernade, ji bo vê jî çi jê tê wê bike, zext, zordariyê û hîleyan bikin. Girîng e bi vê bîr û baweriyê kar bê kirin û ji bo pêşî li dek û dolaban bê girtin, rêxistinbûneke xurt bê kirin. Di vê mijarê de divê mirov zelal bin. Eger hilbijartineke normal bê kirin, şensê serketinê yê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê qet nîne. Lewma ji bo serketinê tenê rêyek li ber wan heye. Ew jî dizî û hîleyên hilbijartinê ye. Sicîl û meherta Erdogan a di vî warî de tê zanîn. Lewma karê herî girîng ê divê were kirin, rêxistinbûna li dijî hîleyan û xwedîderketina li sindoqan e.

ERK Û BERPIRSYARIYA HER KESÎ YE KU BERSIVÊ BIDIN BLOKA FAŞÎST

Di vê hilbijartinê de, yekane xeta ku pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê bi taybetî pirsgirêkên jin, ciwan, kedkar, gel û baweriyên cuda yên alîgirê edalet, demokrasî û azadiyê çareser bike, xeta HDP'ê ye. Di vê hilbijartinê de ku Hevserok, parlamenter, hevşaredar, bi hezaran rêveber û xebatkarên HDP'ê girtî ne, girîng e her kes bi rengekî çalak li cem HDP'ê cih bigirin, ji bo serketina wê bixebitin, bi ruhê seferberiyê bi şev û roj kar bikin û bi ser bikevin. Ev yek wê bibe bersiva herî xurt ku ji tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê re bê dayin. Deyn û erka jin, ciwan, kedkar, Misilmanên rasteqîn, Elewî, bawermendên cuda û alîgirên demokrasiyê ye ku hem bixebitin û bi ser bikevin, hem jî vê serketinê, yanî sindoqan biparêzin.

Hêzeke din a pêşengê vê hilbijartinê jî malbatên girtiyan e. Malbatên zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî, li dijî vê desthilatdariya faşîst a ku zarokên wan bi rengekî neheq xistiye zindanê, zext û êşkenceyê li wan dikin, divê li şûna zarokên xwe jî bixebitin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ

Wekî din Rêberê me li zindanê dîlgirtî ye. Lewma, tevlîbûna malbatên girtiyan li vê pêvajoyê, ji bo şikandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, wê bibe têkoşîneke cidî. Ji ber vê yekê, berpirsyariya malbatên girtiyan e ku bi navê Rêberê me bi awaeykî çalak tevlî pêvajoyê bibin.

DI ASTA HERÎ BILIND DE DIVÊ XWEDÎ LI DEMÎRTAŞ Û HEMÛ GIRTIYAN DERKEVIN

Ji bilî vê yekê, namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Birêz Selahattîn Demîrtaş jî girtî ye. Pêwîste hemû malbatên girtiyan di asta herî bilind de xwedî li birêz Demîrtaş derkevin.

Lewma her malbateke girtiyan berpirsyar e ku Rêberê me, girtiyên HDP'yî û zarokên xwe yên li zindanê temsîl bike. Çi li gundan, çi jî li taxan, her malbateke me ya girtiyan divê mîna buroyeke hilbijartinê ya HDP'ê, mîna komîsyona hilbijartinê bi hemû hêza xwe bixebite û bi baweriya serketinê seferber bibe. Her xizmeke/î girtiyan divê ji xwe re bike armanc ku herî kêm 20 mirovên beriya niha deng nedane HDP'ê qezenç bikin. Bi van armancên şênber mal bi mal bigerin û bixebitin.

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê hesab dikir ku bi dîlgirtina bi deh hezaran hevrêyên me re, bi qelskirina HDP'ê re desthilatdariya xwe biparêze. Weke malbatên girtiyan, wezîfeya me ye ku em vê planê ji hev bixin û dawî li tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bînin. Divê em ji serketinê bawer bikin, ji bo serketinê bixebitin û ji bo parastina serketina xwe jî xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Li ser vê bingehê em serketinê ji hemû hêzên demokrasiyê, gelên xwe û malbatên xwe re dixwazin."