Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: PDK êrîşên dewleta Tirk paqij nîşan dide

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bal kişande ser ku dewleta Tirk êrîş aniye ser Kampa Qadiya û ji ber helwesta xwe ya provakatorî PDK şermezar kir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KC'ê têkilî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Êzîdiyên li Kampa Qadiya daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

''30.08.2021'an derengiya şevê ji ber teqîna li Kampa Qadiya ya li navçeya Zaxo ya Herêma Federal ya Kurdistanê, ku gelê me yê Êzîdî yê piştî qirkirina DAÎŞ'ê ya li ser gelê Şengalê xwe li vir girtî, du zarokan jiyana xwe dest daye û gelek mirovên me birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya hemû şahidan, rengê teqînê nîşan dide ku êrîş ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kirin. Lê hê ser rûdanê zelal nebûyî hin rayedarên bi ser PDK'ê ve û avaniya îdarî ya PDK'ê ya li kampê hewl dane ku rûdanê bikin sikura PKK'ê. Ev nêzîkatiya rayedarên PDK'ê û provakasyonên wê, wê rastiya ku  PDK bi helwesteke wiha ye ku ev rûdan ne ji ber êrîşeke dewleta Tirk e, ku tim dike, bi ser de êrîşên qirker ên TC'ê yên li ser gelê me paqij nîşan dide. Rayedarên PDK'ê ku li ser komkujiya li sûka Şengalê û nexweşxaneyê  ya 16-17'ê Tebaxê ya dewleta Tirk a faşîst dengê xwe dernexîne, hê beriya ku biçin cihê rûdana Qadiya, sûcdarkirina tevgera me, em şermezar dikin û bi me ev planeke biqest e.

Li aliyê dî ji ber ku êrîşa li ser Qadiya piştî civîna Iraqê û Serdana Serokkomarê Fransayê Macron pêk hatiye û hin rayedarên PDK'ê bi bayê bezê hewl dane ku rûdanê bikin sikura tevgera me, ev wê qenaeta ku beriya rûdanê ji vê agahdar in, xurtir dike. Ji ber vê, em bang li gelê me dikin ku li dijî van hemû pêşdarazan û daxuyaniyên provakatîf xwedî helwest bin û rayedarên PDK'ê şermezar bikin.

Tevgera me, weke berê niha jî destekê dide ku gelê me yê Êzîdî vegerê Şengalê û welatê xwe ji nû ve ava bikin û ji ber vê em hemû derfetên xwe jî seferber dikin. Vê rûdanê jî nîşan daye pir hewce ye ku gelê Şengalê vegere ser şûnwarê xwe, xwe rê ve bibe û berevaniyê li xwe bike. Bi vê wesîleyê di serî de hikûmeta Iraqê, PDK, em bang li hêzên navnetewî dikin ku dev ji lîstikên xwe yên li ser gelê me  yê Êzîdî biqerin, her wiha bang li raya giştî ya cîhanî dikin ku destekê bidin daxwazên meşrû yên gelê me yê Êzîdî yên li ser xwerêveberiyê û xweparasinê.''