Komîteya şehîdan a PKK’ê şehîdên 2’ê Sibatê bi bîr anîn

Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku di 2’ê Sibata 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hewayî kiribû û di vê êrîşê de gerîlayên bi navê Rênas, Mazlûm, Zerdeşt û Egîd şehîd bûne.

Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku di 2’ê Sibata 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hewayî kiriye û di vê êrîşê de Rênas Aydin (Omer Aydin), Zerdeşt Kudwan (Îsmaîl Kaya), Agît Raperîn (Menduh Yardimci), Mazlûm Efrîn (Muhammed Abdo Abdulmenal Huseyîn Abdo) şehîd bûne. Komîteyê şehîdên 2’ê Sibatê bi bîr anî.

Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:

,“Şehîd ji bo gel wateya herî bi rûmet a jiyanê ne. Derbarê tiştên hatine jiyîn bîranîn û hesret in û dahatûyê ava dikin. Bi bîranîn, hesret û hurmetdariya xwe di nav dema niha de dijîn û derbarê dahatûyê jî evîneke azadiyê û qîrîna serhildanê ne. Ji bo wan rabirdû tune. Ew pira di navbera rabirdû, niha û pêşerojê ne. Ew dilê mazlûman, zimanê hejaran in û wekî hêmaneke êş û serhildanê ya gel di bîranînan de dijîn. Ew wateya civaka bi jiyanê nû re ava dibin û îfadeya mezin a exlaq û azadiyê ne. Ji ber ku ew li her ciha ku dijîn, li hemberî zaliman stûyê xwe xwar nakin û li ba wan xapandin tune.

Şehîdên me bi ruh û dilê xwe, belgeyên rûmetê yên vê erdnîgariyê ne. Ew bîrbûna gelbûnê û ruhê bîra me ya kolektîf in. Ew şopa jiyan û soza armancên me ne.
Em dizanin ku tekane nirxa ku gelan ji dîrokê heta roja me tînin, têkoşîna wan a ji bo rêya exlaqî û polîtîkbûnê ye û berdêlên wan ên ji bo azadiyê ne. Têkoşîna exlaqî û polîtîk bi qasî têkoşîna gelekî ye di heman demê de dibe pêvajoya xweafirandinê jî. Di vî warî de her berdêla ku tê dayîn ji bo pergala heqîqetê ya ku civaka me xwe daye ser rêya azadiyê, cîhana wateyan bi xwe ye jî. Ji ber ku asta heqîqetê ya civakekê asta wê ya azadiyê nîşan dide, hemû çînên serwer berê nirxên wî civakê dikin hedef. Em jî dizanin ku rizgariya gelekî bindest bi bidestxistina heqîqeeta azadîxwaz dikare pêk were. Ji bo vê jî di jiyana vejînê ya gelê Kurd e, her şehadet hezkirina mezin a ji bo mirovayetiyê û li dijî zilmê hêrs û serhildan e. Ev agirê berxwedanê ye yê ku ew ê tu carî venemire.
Bîrdariyên me yên berxwedanê yên ku ew ê tu carî venemire, Rênas Aydin, Zerdeşt Kurdwan, Mazlûm Efrîn û Egîd Raperîn mîrateyeke xurt ji gelê me û ji rêhevalên xwe re hiştine û di 2’ê Sibata 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de tevlî nav karwanên şehîdan bûne.

OMER AYDIN (RÊNAS AYDIN)

Rêheval Rênas di sala 1987’an de li gundê Dagyelî ya Sêrtê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di sala 1999’an de di komploya navneteweyî de tevlî nav têkoşîna azadiyê bûye. Ew di nav malbateke Botî ya bi hestên kurdewar û qedîm de mezin dibe. Ji malbateke berxwedêr, welatparêz û kedkar tê. Li dijî polîtîkayên dijmin ên qirkirin û asîmîlasyonê hêrseke mezin nîşan daye û bawerî pê aniye ku ancax ew di nav refên azadiyê de dikare têbikoşe. Bi bawerî û hewldaneke mezin di jiyana xwe ya gerîlatiyê de xwe ji nû ve ava kiriye. Bi hestên welatparêz û şoreşgerî di nav jiyana PKK’ê de bi ruhê xwe yê edalet û têkoşînê li her derê şopên kûr hiştiye. Di nava demeke kurt de di nav felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de xwe kûr kiriye, ligel ku di temenekî ciwan de tevlê bûye, hay ji berpirsyariya xwe hebûye û peywirên xwe bi cih aniye.
Ji bo ku her peywira xwe bi cih bîne, ketiye nav hewldaneke mezin û ked ji xwe re kiriye felsefeya jiyanê. Wî lûtkebûna li ser rêya heqîqetê ji xwe re kiriye hedef û heta ku şehîd bûye, bûye xwediyê pratîka layîqbûna şehîd û Rêbertiyê.

ÎSMAÎL KAYA (ZERDEŞT KUDWAN)

Rêhevalê me Zerdeşt li bajarê Wanê yê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi çanda gelê Kurd a Serhedê mezin bûye. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk wî rastiya civakî û siyasî ya Kurdistanê ji dil hîs kiriye. Di salên 1990’î de dema ku têkoşîna me geş bûye, ew tevlî nav xebatan bûye. Dema ku di nav xebatan de bû, dewleta Tirk a faşîst ew girtiye û demekê di zindanê de maye. Piştî ku ji zindanê derketiye jî tevlî nav refên gerîlayan bûye, xwe bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî xurt kiriye. Tevgera Azadiyê ji bo gelê Kurd û gelên bindest wekî rêya ronahî û rizgariyê dîtiye, li ser vê baweriyê bi her peywir û berpirsyariyê bûye xwediyê pratîkeke serkeftî. Bi kesayetiya xwe ya çanda gelê Kurd a berxwedêr di nav partiyê de bûye xwedî tevlêbûneke fedakar û xurt. Rêheval Zerdeşt dîsîplîn ji xwe re kiriye rêgeza sereke ya jiyanê. Wî her peywir û berpirsyariya xwe bi cih aniye û bi kedkariya xwe tevlêbûneke fedaî kiriye.

MÛHAMMED ABDO ABDULNEAL HUSEYÎN ABDO (MAZLÛM EFRÎN)

Hevrêyê me Mazlûm Efrîn li Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di tevgera azadiyê de berdêl da. Li qada Rojava ya ku bi fikir û felsefeya Rêberê me afiriye, bi hêrseke mezin a li dijî komploya 1999'an berê xwe da çiyayên azadiyê. Hevrê Mazlûm ku lêgerîna heqîqetê û bûyîna endamekî vî şerî weke xeyaleke herî mezin didît, bedewî û berxwedêriya bajarê Efrînê di kesayetiya xwe de şênber kir û li nava tevgera azadiyê bû gerîlayekî durust û fedakar. Li gel zor û zehmetiya jiyanê li her qadê, bi berpirsyariyeke mezin rabû û bi vî rengî pratîkeke serketî pêk anî. Bi taybetmendiyên xwe yên sade li nava jiyana gerîla ji hevrêyên xwe re bû hevrê, xwe bi jiyan û felsefeya têkoşînê ya şehîdan û Rêbertî kir yek. Bi taybetmendiyên xwe yên sade û masûm li her cihê ku ma şopeke xurt li pey xwe hişt. Bi ked û fedakariya xwe her karê ku kir bi ser xist. Di nava 20 salên gerîlatiya xwe de li dijî dijminê qirker faşîst di şer de timî hewl da serketî be. Hezkirina azadiyê bi kesayetiya Apoyî û sekna fedayî di her kêliya jiyana xwe de nekişand.

MEMDÛH YARDIMCI (EGÎD RAPERÎN)

Hevrêyê me Egîd li warê berxwedêrî û serhildêriyê yê Serhedê li Agiriyê ji dayik bû. Li vî bajarê berxwedanê ku kevneşopiya berxwedanê qet lê neqediya ye, bi biryardariya ku meşaleya azadiyê bilind bike, sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Egîd ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker faşîst dît û li dijî vê yekê gelekî bi hêrs bû, di nava tevgera azadiyê de ji nû ve xwe gihand cewhera xwe û têkoşîna xwe ya li dijî dijmin mezin kir. Ji tevgera PKK'ê gelekî bawer kir ku nîşaneya herî şênber a vegera li cewherê, lêgerîna li xwe ye. Hevrêyê me Egîd ku polîtîkayên pûçkirin, bênasnamehiştin û bêqîmetkirinê yên dijmin ji nêz ve şopand, di guherîn û veguherîna xwe de bi biryardarî û daxwazeke mezin tevgeriya. Ji bo derbên encamgir li dijmin bixe gelekî kûr bû û ji bo gavên pratîkî yên vê yekê jî her tim pêşniyar kir ku li refên herî pêş cih bigirin. Bi taybetmendiyên serhildêr û berxwedêr ên di kesayetiya wî de şênber bû, ji bo dijmin ji nava xaka Kurdistanê bê derxistin, hewl da xwe bi taybetmendiyên serdemê yên gerîlatiyê bixemilîne, xurt bike. Bi dilxwaziya azadiyê ya her kêliya jiyanê, bi xurtî jê bawer kir ku azadiya kêliyê di nava jiyanê de veşartî ye. Li ser vê bingehê ji bo dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bû xwedî sekneke fedakar û pratîkeke serketî.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng tevgera PKK'ê, di nava zêdeyî 40 salî de li dijî sîstema qirkirinê şerekî berfireh meşand û gelê ku rastiya xwe hatibû windakirin û nirxên xwe hatibû parçekirin, rastiya wê afirand, ji nû ve vejand û xist ser rêya azadiyê. Ev rastî nirxeke ku bi berdêlên giran, bi keda şehîdan hatiye afirandin. Her kêliya şehîdên me yekane hêz e ku partiya me û gelê me gihandiye jiyaneke nû. Bi rastiya nemiriyê, bi asta jiyanîkirina şehadeta xwe, di nava tevger û gelê me de ya ku diqewime ji serî heta dawî şehîdên me ye: armanc, hesret û jiyana wan e. Li gel zext û zordariyê jî ya ku me li ser rêya azadiyê dihêle, hevrêyên me ne yên li dijî dewleta Tirk a dagirker faşîst mêtinger bi berxwedanê tevlî karwanê şehîdan bûne. Ya ku me dike em, rojane ruh û moralê dide me, me li ser piyan dihêle û îradeya me rojane xurt dike, rastiya Apoyî ye ku bi keda şehîdan hatiye afirandin.

Di vê rêya şoreşê de ku bi ruhê şehîdan em dimeşin; hevrêyên me Rênas Aydin, Zerdeşt Kurdwan, Mazlûm Efrîn û Egîd Raperîn bi perspektîfa neteweya demokratîk rêya çareseriyê li Rojhilata Navîn nîşan didin. Em soz didin wan ku bi şiyara Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad bi coş û moraleke mezin em ê karên xwe yên ji bo avakirina şoreşê xurt bikin û bibin hêjayî şehîdên xwe. Em soza xwe dubare dikin ku em ê pêngava 'Kurdistana Azad û Rêbertiyê Azad' bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe û malbatên hevrêyên xwe yên şehîd re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rênas Aydin
Nav paşnav: Omer Aydin
Cihê jidayikbûnê: Dagyelî / Sêrt
Dayik-Bav: Emîne-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Sibata 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zerdeşt Kurdwan
Nav paşnav: Îsmaîl Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sûltan-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Sibata 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Agît Raperîn
Nav paşnav: Memdûh Yardimci
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fatma-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Sibata 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mazlûm Efrîn
Nav paşnav: Mûhammed Abdo Abdulmenal Huseyîn Abdo
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Nazê-Menal Huseyîn Abdo
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Sibata 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê