Ji Komîteya Diyaloga Navxweyî bang - NÛ BÛ

Komîteya Diyaloga Navxweyî diyar kir ku rageşiya navbera hêzên Kurd divê tavilê bê rawestandin û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku hîn bêhtir bi hev re diyalogê deynin.

Komîteya Diyaloga Navxweyî ku bi hewldana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Yekîtiya Parlamenteran a Kurdistanê û hin kesayetên serbixwe ava bû, têkildarî rageşiya rojên dawî ya navbera hêzên Kurdistanî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û partiyên li Kurdistanê hemûyan hate kirin ku ji bo aramîkirina rewşê sekneke ji dil û erênî nîşan bidin û hate gotin, "Rageşiya rojên dawî ya navbera hêzên Kurdistanî cihê fikaran e. Ev yek ji bo gelê Kurdistanê bûye cihê tirs û fikaran. Rabûna li ber hev a hêzên Kurd rojên tarî yê şerê navxweyî tîne bîra gelê Kurdistanê. Bêguman ev rewş firsendê dide dijminê Kurdistanê ku dixwazin dagirkeriyê dewam bikin. Di vê demê de gelek firsend li ber hêzên siyasî û gelê Kurdistanê ye ku doza Kurdistanê bi ser bixînin. Ji bo berjewendiyên gelêw Kurdistanê li şûna şerê navxweyî em hewl bidin firsendan bi dest bixin.

Bi navê Komîteya Diyaloga Navxweyî ku ji sazî û kesên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê ji destpêkê ve hewl didin navbeynkariyê bikin û pêşî li diyalogê vekin. Komîteyê serdana aliyên di nava rageşiyê de ne û partiyên cuda yên Kurd kir. Em ê vî karê xwe dewam bikin û ji bo aştî û aramiyê çi ji destê me tê bikin.

Em bang li rêxistin û partiyên li hemû parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo aramîkirina rewşê sekneke ji dil û erênî nîşan bidin. Em bang li kesayet, rewşenbîr û akademîsyenên li Kurdistanê dikin ku sekneke wêrek nîşan bidin, navbeynkariyê bikin û ji bo aramiyê bixebitin. Em bang li herdu hêzên Kurdistanî û gelê xwe dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin, êrişan rawestînin û agirê şer danedin. Gelê Kurdistanê ji bo pêşîgirtina li rageşî û şer divê nerazîbûna xwe bi rêya demokratîk nîşan bide."