Komeleya Karkerên Mezopotamya: Em nehên parastin, em ê xwe biparêzin

Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê diyar kir ku êrîşa li Mehmet Zekî Çelebî hatiye kirin bi êrîşeke terorî ye û got: “Heke parastina me nayê dabînkirin em ê ewlehiya xwe dabîn bikin.”

Li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê ji Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Denîz, Mihemed Zekî Çelebî şevê din li ber xwaringeha xwe ji aliyê du kesên li ser motosiklêtê ve hate gulebarankirin û bi xedarî birîndar bû.

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan li ber Nexweşxaneya Bajarê Silêmaniyê ji çapemeniyê re daxuyanî xwend. Gelek kes tevlê daxuyaniyê bûn.

‘EGER RÊ LI BER ÊRIŞAN NEYÊ GIRTIN WEK MIROV MAFÊ ME YE EM XWE BIPARÊZIN’

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan got: “Bi taybet em bang li YNK’ê dikin. Em wek xelkê Bakur, endamên HDP”ê, weke kesên sivîl li bajarê Silêmaniyê dijîn, êrîşên li me û hevalên me dihên kirin, yek û du cara ne, bû sê caran ku êrîşê hevalên me tê kirin. Ev êrîş êrîşên terorîstî ne. Em bang dikin ku destpêkê rê li ber van êrîşan bên girtin. Eger rê li ber van neyê girtin, wek mirov mafê me ye ku em xwe biparêzin. Ji neçarî em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar biînin. Eger em xwe neparêzin wê terorîst me qetil bikin.”

Kaplan bang li YNK’ê kir ku mêvanên xwe biparêze û wiha got: “Kesên ji Bakur ji ber zilma Tirkan hatine vir biparêze. Di çanda Kurdan de jî heye, divê mirov mêvanê xwe biparêze. Em vê helwestê napejirînin. Ev cara sisêyan e êrîş li hevalên me dihên kirin. Lê helwesteke tundî ya bi fermî nehatiye nîşandan.

Divê em xwedî helwest bin. Kesên êrîşê me dikin, ne tenê êrîşî me lê êrîşê qanûnên YNK’ê jî dikin. Êrîşê qanûnên Başûrê Kurdistanê dikin. Em rêzdar in ji qanûnên Herêma Kurdistanê re. Em naxwazin derveyê qanûnên Herêma Kurdistanê tevbigerin.”

‘BILA ASYÎŞA YNK’Ê XWEDÎ LI ERKA XWE DERBIKEVIN’

Kaplan êrişa şeva çûyî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Şevê din êrîşeke bi terorîstî li hevalê me Mihemed Çelebî hat kirin. Êrîşker hêj nediyar in. Kîn e, çi kes in nayê zanîn. Em bang dikin ku bi lez ev terorîst bên dîtin û dadgehkirin. Bi van êrîşan dixwazin navbera me Kurdan xirab bikin. Hîn xetere li ser jiyana Mihemed Çelebî heye. Heta niha du caran emeliyat bûye.

Em ê li ber êrîşan li ber xwe bidin. Em fedayê welatê xwe ne û em ê berdêlan bidin. Me çek li djiî tu kesê bi kar neaniye. Lê îro li hemberî sivîlan çek tên bikaranîn. Em dubare bang li asayîşa Silêmaniyê û YNK’ê dikin ku pêşiya van êrîşan bigirin û xwedî li erka xwe derbikevin. Hevalên me yên li vir dijîn, bi dehan caran îstixbarata Tirkiyê li wan geriyaye û ji wan xwestiye bibin sîxurên wan. Bi êrîşkirina li ser malbatên wan gef li wan xwarine ku bibin sîxurên wan. Her roj gef li hevalên me tê xwarin.”

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan destnîaşn kir ku li Dihokê jî êrîş li welatiyekî Bakurê Kurdistanê bûye.

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan diyar kir ku li gorî wan êrîş ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hatiye kirin.