Komalên Ciwan: Em bi derba kuştinê li wan bidin!

Koordînasyonê Komalên Ciwan diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê nirxên Kurdan ji xwe re dike hedef û got, “Dem hatiye ku em derba kuştinê li wan bidin.” Koordînasyonê bangî ciwanan kir ku bila dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Ciwan wisa ye:

“Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê polîtîkaya xwe qirkirina Kurdan, dagirkirina Kurdistanê û talankirinê bi awayekî herî bê exlaq didomîne. Êşkenceya mezin a li ser Rêbertiya me, êrîşên tunekirinê yên li ser gerîlayan, girtina siyasetmedarên Kurd û êrîşên hovane yên li ser şehîd û goristanên şehîdên me, di çarçoveya vî tiştî de didome.

Divê her kes baş bizanibe ku tekane xeyala faşîzma AKP û MHP’ê ev e ku Kurd û Kurdistaneke ku bê nirx e. Di vê qonaxê de rejîma AKP û MHP’ê êdî ne bi tenê ji bo Kurdan ji bo mirovayetiyê jî bûye mîkrobeke şewbê ya ku divê were tunekirin.

Li hemberî vê rejîma ku dixwaze me tune bike û tehamula wê ji tu nirxên me tune bike, êdî tu hinceta bêdengiyê tune. Li hemberî vê faşîzmê ya ku dixwaze Kurd û Kurdistanê qir bike, divê em bi derba kuştinê li wan bidin.

Em ciwanên Kurdistanê yên ku hêza pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne, dizanin ku berpirsyariya me ji her demê zêdetir bûye û em bang li ciwanên welatparêz û xwedî rûmet ên Kurdistanê dikin ku dest bi çalakiyan bikin.

Ciwanên Bakurê Kurdistanê di serî de em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşên dagirker ên faşîzma dewleta Tirk divê em her derê bikin qada berxwedanê û hesap ji faşîzma nijadperest bipirsin.

Divê her kes bizanibe ku ew ê pêla faşîzmê bişikê û wê ev dorpêçandin bi dawî bibe.”