Komalên Ciwan dest bi pêngava azadiya Ocalan kir

Koordînasyona Komalên Ciwan: Em bang li tevahî ciwanên şoreşger ên Kurdistanê dikin ku li dor Rêber Apo bicivin bibin, ji bo derba dawî li faşîzmê bixin, dest bi pêngava azadiya Rêber Apo bikin.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "3. Şerê Cîhanê yê li erdnîgariya Rojhilata Navîn, qasî ku di avahiyên civakî de hilweşîn û sefaletê kûr dike, di nava dewletên hegemonîk de rê li ber krîzên bêveger û hejandinên kaosî jî vedike."

Koordînasyonê got, "Fatoreya giran a rastiya şerê trajedîk ku li ser civakan tê ferzkirin, her ku diçe hêzên desthilatdariyê tengav dike, bêçare dihêle û ji hev dixe. Wek hêviyek dawî ji bo bi zorbetiya faşîst teslîmgirtina îradeyê, her cure polîtîkayên hov, dermirovî û qirêj dixin meriyetê" û destnîşan kir, ku ev rastiya herî zêde li erdnîgariya Kurdistanê xwe nîşan dide. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, rastiya têkoşîna 40 salan ku li kelha dawî ya berxwedana mirovatiya azad li navenda 3. Şerê Cîhanê tê meşandin, ji bo tevahî hêzên mêtinger dibe hincet ku bi tevahî hêza xwe êrîş bikin û hat gotin, "Li ser vê bingehê, şerê esasî yê li Rojhilata Navîn mabeyna xeta faşîst a zorbetiya qirker mêtinger û xeta sosyalîst a têkoşîna mirovatiya azad ku di şexsê PKK’ê de şênber bûye, pêk tê. Li tevahî parçeyên Kurdistanê, ya li ser gelê me tê ferzkirin xetek teslîmiyeta eşkere ye. Li Rojava jî, Rojhilat jî, Başûr jî, Bakur jî û dîsa li Ewropayê jî ya di bin maskeyên cuda de dixwazin bi Kurdên azad bidin qebûlkirin, bi kurtasî 'KOLETÎ YE!' 

Li vir rola sereke ya rejîma şerê taybet a AKP’ê û dewleta T.C’ê ye ku jendermeyê rejîma mêtinger a li Rojhilata Navîn e. Dîktatorê mezin Erdogan ê ku berxwedana mûhteşem a gelê Kurdistanê hezim nekir, ji bo navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka faşîzmê binivîse, tevahî hêza xwe ya desthilatdariyê xistiye meriyetê û bangên seferbertiya mîllî (neteweyî) dike. Bi neyartiyeke sondxwarî ya li dijî Kurdan, li tevahî cîhanê hewl dide dijminantiya Kurdan pêş bixe û herî zêde jî afirîner û Rêberê têkoşîna azadiya Kurdistanê Rêber Apo kiriye hedefa xwe."

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir, ku wateya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel û ciwanên Kurd ji aliyê tevahiya cîhanê, hêzên dost û dijmin ve tê zanîn û wiha dewam kir: "Tenê bi berxwedana bêmînak a li girtîgeha qirkirinê ya Îmraliyê û bi fikrên  ku rêyên nû vedikin, bi hezaran caran îspat kiriye ku Rêberekî gel e û bûye malê tevahî mirovahiyê. Her wiha, bi berxwedana bi heybet a di nav şertên esaret û zexteke bêhempa de rêzdayina dijminê herî har jî girtiye. Bi şîara 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin', ragihandiye ku şoreş karê dilên ciwan e, wek yek ji hemleyên herî stratejîk jî pêşxistina pêşengiya ciwanan esas girtiye.

Niha esas hedefa şerê qirkirinê ya ku li dijî têkoşîna me tê meşandin, Rêber Apo ye. Li dijî Rêbertiya me, tecrîdeke dermirovî û hovane di meriyetê de ye. Çeteyên mêtinger di nav xefletê de difikirin ku bi tecrîdê ve wê bandora Rêber Apo kêm bibe. Lê bila bizanin ku ev faşîzma li ser Rêber Apo, ji bilî mezinkirina têkoşîna me ya şoreşê, ji bilî polakirina berxwedêriya me wê ji ti tiştekî din re nebe. Împaratortiya tirsê ya faşîzmê, wê li beramberî wêrektî û ruhê fedaî yên ciwanên şoreşger parçe parçe bibe. Tecrîd û sepanînên dermirovî yên li ser Rêber Apo dewam bike, pêwîst e tevahî ciwanên Kurdistanê yên birûmet bibin kabûsê faşîzmê, bi berxwedana xwe ve dijmin bilerizînin, cîhanê bihejînin. Li ser vî esasî, wek Komalên Ciwan em bang li tevahî ciwanên şoreşger ên Kurdistanê dikin ku li dor Rêber Apo bicivin bibin, ji bo derba dawî li faşîzmê bixin, dest bi hemleya azadiya Rêber Apo bikin. Pêwîst e tevahî cîhan bizane, em amade ne, em ê bi ser bikevin, em ê bi Rêber Apo re azad bibin."