Koma Tifaqa Kurdistanê li dijî Komkujiyan banga yekîtiya hêzê kir

Koma Tifaqa Kurdistanî diyar kir berpirsê kuştina Deniz Poyraz desthilata AKP-MHP ye û got,''Em banga piştevaniyê li hêzên demokrasiyê dikin.''

Koma Tifaqa Kurdistanî êrişa li dijî avahiya HDP'a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û destnîşan kir ku axaftinên Serokkomar Erdogan, Devlet Bahçelî ji êrişan re zemîn amade dike û got: "Li dijî van êrişan bersiva me ev e; em ê tu caran li hemberî we çok daneynin û navber nedin meşa xwe ya azadiyê." 
 
Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya de hat destnîşan kirin ku êrişên li dijî HDP'ê sedema xwe ji axaftina SerokKomar Tayyîp Erdogan û Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî digire. Tifaqê got bersiva wan li hember êrişan ev e, "Em ê tu caran li hemberî we çok daynenin." 
 
Daxuyaniya Tifaqê wiha ye:
 
"Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku berberiya di nav civakê de afirand, bi zext, bi rêbaz û bi zimanekî kîn û nefretê ya siyasetê li hember muxalifan bi taybetî jî li hember Kurdan, bi polîtîkayên bêcezakirinê hate xelatkirin pêvajoya îro, êrişa Hevserokatiya Bajêr ya İzmîrê ya HDP ê û qetilkirina Deniz Poyraz anî holê. 
 
HDP a ku di parlementoyê de sêyemîn partiya mezin e, qanûn û fermiyeta xwe ji Destûra Bingehîn a vî welatî, rewatiya xwe ji sindoq û ji bingeha civakê girtiye, her roj di serî de ji aliyê serokKomar û zatê di serê MHP ê de û ji aliyê çapemeniya alîgir ve wekî terorîst tê îlan kirin. Ev yek di Destûra Bingehîn de him suc e û him jî sedema vê êrişê ye. 
 
Doza girtinan a li hember partiyên ku siyaseta xwe li ser zemînên demokratîk dikin, astengiyên bêhiqûqî yên li hember partiyên ku dê nû vebin, siyasetmedarên ku di girtîgehan de rehîn tên girtin, bi dawîkirina peywirên Hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û bêhincet tayînkirina qeyûman, înkarkirina nasname, polîtîkayên asîmîlasyon û zextê ji HDP ê wêdetir êdî dide xûyakirin ku armanca wan çewsandina, helandina Kurdan e. 

Me peyama desthilatdariyê ya ku bi êrişa İzmîrê da me girt û bersiva me jî ev e; Em ê tu caran li hemberî we çok daneynin. Em dê tu caran navber nedin meşa xwe ya heq, edalet û azadiyê. Em ê tu caran li hember polîtîkayên we yên înkar, asîmîlasyon û tecrîdê serî netewînin. 
 
Vê baş bizanin ku; li hember tirsa ku we afirandiye wêrekiyê, li dijî bêzariyê hêviyê, li dijî bindestî azadiyê, li hember zilmê edaletê û li hember mirinê em dê jiyanê ava bikin. Li gor ku di ser bûyerê re 48 saet derbas bûye, hêj ne ji devê serokKomarê vî welatî, ne jî ji devê wezareta karê hundir ku perpirsiyarê ewlehiyê yê hemû kesan e, yek hevokek jî derneketiye. Em vê rewşê watedar dibînin. Hemû civak wateya aramiyê baş dizane. 
 
Piştî vê bûyerê divê Serokê Giştî yê AKP ê ku berî demekê, piştî teşebbûsa lîncê ya li Rîzeyê ku li hember şande û Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ hatibû kirin gotibû 'ev hêj rojên we yên baş in, ka hun dê çi bibînin' pêwîste ku şîroveya vê hevoka xwe bike. 
 
Peyamên şermezarkirinê yên kesên ji asta jêrîn ên di nav desthilatdariyê de bes xapandinek e. Ev êrîş berhema tovên kîn û nefretê ya ku we reşandiye ye. 
 
Hiqûq a ku ji aliyê desthilatdariyê wek amûra gefê tê bikaranîn, ji bingeheke ku têkîliyên mafya, dewlet û siyasetê derketiye holê mixabin em nikarin behsa heq, hiqûq û ji edaletê bikin. Em dipirsin; Gelo çima kesên dijber ên bêsuc, ji bo ku bên cezakirin bi rojan di binçav de tên girtin û diavêjin girtîgehê, lê kûjer hêj 48 saet derbas nebûyî, bê lêpirsînek e cidî di girtigehê de tên parastin? Ji eşkerekirina hêzên ku li pişt wan in ditirsin gelo?
 
Êrişkar bi çi armancî çûye Suriyeyê, li wir li wargehên kîjan rêxistinan de ma ye, li ser navê kî/kê bi kî re şer kiriye? Lêpirsîna ku bersivên van pirsan nehatiye dayîn û bi dawî bûye, giringiya bûyerê û xetereya bûyerê careke din dide ber çav. Ev êriş bi rêxistinkirî bû û armanc hewldana qetlîamek e bi tevahî bû ger civîn betal nebûna. Ev êriş ne bi serê xwe ye û heta ku hêzên li pişt vê êrişê neyên eşkerekirin dê Tirkiye bêhtir ber bi aloziyê ve biçe. 
 
Em êrişa li hember Serokatiya HDP'ê ya Bajarê İzmîrê bi tundî şermezar û nalet dikin. Hevala me Deniz Poyraz a ku hate qetilkirin, xwedê bi rehma xwe şa bike û serê malbata me sax be. Li hember van êrişan em bang dikin ku hemû hêzên demokrasiyê û saziyên civakî yên sivîl piştgirî û hevkariyê bikin."