'Koma Şehîd Rojhat' teqîna li Efrînê li xwe girt û hişyarî da

"Koma Şehîd Rojhat" teqîna 21'ê Tebaxê ya li navenda Efrînê li xwe girt, ku Efrîn ji aliyê artêş û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

"Koma Şehîd Rojhat" daxuyaniyeke nivîskî weşand û teqîna beriya du rojan li xwe girt. Komê bang li kesên ku ji derve hatine û li navenda bajêr bi cih bûne kir ku ji herêmê derkevin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama çalakiyê de 3 kesên ji derve hatine û dest danîne ser xaniyên welatiyan mirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em komeke ji ciwanên Efrînê û Helebê ne ku me navê Şehîd Rojhat li xwe kirine. Çalakiyên me wê li dijî çete û artêşa Tirk a dagirker bin. Her wiha kesên ku ji derve hatine û xaniyên gel dagir kirine wê di hedefa me de bin. Em ê wan xayinên ku têkiliya xwe bi dagirkeran re hene ti carî ji bîr nekin.

Di vê çarçoveyê de, me roja 21'ê Tebaxa 2018'an li ser rêya Raco ya li navenda bajarê Efrînê bi teqemeniyan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker ji derve hatibûn û li malên Efrîniyan bi cih bûbûn."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hişyarî hate dayin: "Em her kesên ku ji derve hatine û li Efrînê bi cih bûne hişyar dikin; eger ji Efrînê dernekevin wê bibin armanca çalakiyên me."