'6 mehên dawî 20 kolber hatin qetilkirin'

Kolbernewsê bi bîlançoyekê ragihand, ku di nava 6 mehên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê 20 kolber hatine qetilkirin, 127 kolber jî birîndar bûne.

Kolbernewsê li ser malpera xwe bîlançoya 6 mehên destpêkê yên sala 2022’an weşand. Li gorî bîlançoyê, li herêmên sînorî û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ji ber gulebarana hêzên Îranê, her wiha bi sedemên weke mayîna di bin aşûtê û qefilîna ji sermayê, teqîna mayînê û ketina ji bilindahiyan, 20 kolberan jiyana xwe ji dest dane, 127 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî detayên bîlançoyê ji 147 kolberan bi giştî 20 kolberan jiyana xwe ji dest dane. Ji wana;

7 kolber ji ber gulebarana hêzên Îranê
Kolberek ji ber ketina ji bilindahiyê
4 kolber ji ber qefilîna ji sermayê
Kolberek ji ber xeniqîna di rûbar de
4 kolber ji ber krîza dil
3 kolber jî ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dane.

Rewşa 127 kolberên birîndar jî wiha hatiye diyarkirin;

90 kolber ji ber gulebarana hêzên Îranê
10 kolber ji ber ketina ji bilindahiyê
6 kolber ji ber teqîna mayînên ji dema şerê Îran û Iraqê mane
10 kolber ji ber êşkence û şîdeta hêzên sînorî yên Îranê
11 kolber jî ji ber qezaya trafîkê birîndar bûne.

Karesata kolberiyê ku encama polîtîkayên taybet ên birçîhiştina gel a ji aliyê Îranê, nebûyîna derfetên kar û buhabûna jiyana rojane ya xelkê bûye sedem ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî berê xwe bidin kolberiyê ku salane di serî de ji ber gulebarana hêzên Îranê, ji ber sedemên cuda bi 100’an ji wan yan jiyana xwe ji dest didin an jî birîndar dibin.