Li Rihayê Mehmet Demîr hat girtin
Li Rihayê ji 9 kesên ku 26’ê Mijdarê hatibûn binçavkirin 1 jê hate girtin.
Li Rihayê ji 9 kesên ku 26’ê Mijdarê hatibûn binçavkirin 1 jê hate girtin.
9 kesên ku di 26’ê Mijdarê de bi operasyona qirkirina siyasî hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê ji bo dadgehê hatin sewqkirin. Serdozgeriyê bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û ”tevî ne endamê rêxistinê li ser navê rêxistinê xebat kirin” lêpirsîn da destpêkirin û Seyîd Ahmet Şahîn û Hevserokê Navçeya Karakopruyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Ulaş çoban piştî ku îfadeyên wan ên li dozgeriyê hatin girtin serbest hatin berdan.
Welatiyên bi navê Ayfer Haykir û Muslum Çakan bi şertê kontrola edlî; Arîf Kartal, Kubilay Yildiz, Mehmet Ceylan û Mehmed Demîr jî bi daxwaza girtinê ji bo dadgeriyê hatin sewqkirin. Dadgeriyê derbarê Mehmet Demîr de bi hinceta “Endamê rêxistinê” biryara girtinê da û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.