Li Mêrdînê 2 kesên binçavkirî, hatin girtin

Hamît Can Yagizoglû û Eren Albayrak ên ku bi hinceta li dijî xespa îradeyê çalakî kirine hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

27’ê Mijdarê di saetên siharê de li navçeya Qoser a Mêrdînê de, operasyona qirkirina siyasî pêk hat. Ji kesên binçavkirî, 2 kesên din sewqî edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Hamît Can Yagizoglû û Eren Albayrak ên ku kar û barên wan ên dozgeriyê qediyan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadger derbarê Yagizoglû û Albayrak bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kirin” biryara girtinê da.

Ji 4’ê Mijdarê ve hejmara kesên ku di çalakiyên li dijî xespa îradeyê de hatine girtin, derket 7’an.