KNK li ser yekîtiya neteweyî bi YNK û Goran re rûnişt

KNK, ku ji bo kongreya neteweyî bang kir, piştî serdana Navenda Giştî ya YNK'ê, berê xwe da Navenda Giştî ya Tevgera Goran.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), piştî civîna çapemeniyê ya Silêmanî, ku ji bo kongreya neteweyî bang kir, îro jî danûstandinên xwe yên bi partiyên siyasî re dewam kir. Heyeta KNK'ê danê sibehê saet di 11:00 de serdana Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) kir. Piştre çû serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran.

'EM DIXWAZIN BINGEHEKÊ JI KONGREYA NETEWEYÎ RE AMADE BIKIN'

Heyeta KNK'ê, ku ji Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamên Konseya KNK'ê Kamûran Berwarî, Perwîn Ezîz û endamê KNK'ê Ferhat Dostkî pêk tê, di destpêkê de serdana YNK'ê kir. Heyet ji aliyê rêveberên YNK'ê Qadir Hemecen, Bilese Cebar Ferman, Îkram Elî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê Omer Fettah ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan piştre dest bi civînê kirin, ku li çapemeniyê girtî bû. Civînê bi qasî saetekê dewam kir û piştre Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade bersiv da pirsên rojnamevanan. Kemalîzade diyar kir, hevdîtin erênî bû û got, "Di vê hevdîtinê de li gel birayên xwe yên YNK'yî em li ser pêkanîna kongreya neteweyî axivîn. Hevdîtineke erênî bû. Bi rêya hevdîtinên bi partiyên siyasî, hêzên cuda yên civakî û rewşenbîran re em dixwazin bingehekê ji kongreya neteweyî re amade bikin."

ÇÛ SERDANA TEVGERA GORAN

Heyeta KNK'ê piştî hevdîtina li vê derê, berê xwe da Navenda Giştî ya Tevgera Goran û bi rayedarên Tevgera Goran re rûnişt. Rêveberên Tevgera Goran Celal Cehwer, Dr. Şêrko Hme Emîn û Araz Welî pêşwazî li rêveberên KNK'ê kirin û bi qasî saet û nîvekê li hev rûniştin. Piştî hevdîtinê, heyet tevî Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed serdana gora Lîderê Goran Newşîrwan Mistefa kir.

'EM Ê BI HEV RE BIXEBITIN'

Dr. Kamûran Berwarî li ser gora Lîderê Goran Mistefa axivî û destnîşan kir, ku ew hewl didin xeyalên Mistefa yên ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan bi cih bînin. Berwarî got, "Em bawerin, xwişk û birayên me yên ciwan ên çanda Birêz Newşîrwan Mistefa girtine, wê vê siyasetê bidomînin. Bi xwişk û birayên xwe yên Goran re me nêrînên bedew parve kirin. Hevdîtineke gelekî erênî bû. Bawerima min zêde ye, ku em ê xeyala Newşîrwan Mistefa bi hev re pêk bînin."

WÊ LI HEWLÊRÊ JÎ HEVDÎTIN WERIN KIRIN

Li gorî agahiyan, heyeta KNK'ê wê sibe biçe Hewlêrê û li wê derê jî hin hevdîtinan bike. KNK'ê duh li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xistibû û ji bo platformek hevpar a li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd bê avakirin, bang li hemû partiyên siyasî û hêzên civakî kiribû.