KNK ji bo kongreya neteweyî hevdîtinan dike

Alîkarê Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade diyar kir, dîrok yekîtiya neteweyî weke wezîfeyekê datîne pêşiya Kurdan û got, "Cihêrengiya me nayê wê wateyê ku em nikarin bibin tifaq. Aliyê me yê hevpar Kurdistan e."

Alîkarê Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîzade, li ser danûstandinên xwe yên bi rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê, ji ANF'ê re axivî.

Kemalîzade got, li Rojhilata Navîn guherînên mezin rû didin û destnîşan kir, dîrok yekîtiya neteweyî weke wezîfeyekê datîne pêşiya gelê Kurd. Kemalîzade got, "Cihêrengiya me nayê wê wateyê ku em nikarin bibin tifaq. Aliyê me yê hevpar Kurdistan e" û anî ziman, wan heta niha gelek hevdîtin li ser mijara kongreya neteweyî kirine û heta niha ti bersiveke neyînî negirtine. Kemalîzade anî ziman, ew li bendê ne ku di nava meh û nîvekê de komxebat dest pê bikin.

'ARMANCA ME YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'

Kemalîzade da zanîn, ku armanca wan pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd û pêşîvekirina li afirandina stratejiyeke hevpar a gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Weke KNK, ji roja avabûnê û vir ve armanca me ya bingehîn pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Armanca me ya sereke ew e; pêşî li ber vekin ku cihêrengiya siyasî, îdeolojî, civakî û çandî ya navbera Kurdan siyaseteke hevpar bimeşînin. Herî dawî di kongreya KNK'ê ya meha Gulanê de, ku li Brukselê pêk hat, biryar hate dayin ji bo pêkhatina vê armancê hewldan bên kirin."

SIYASETA HEVPAR

Kemalîzade anî ziman, ji bo afirandina bingeha kongreya neteweyî wan di mehên derbasbûyî de gelek hevdîtin kirine û ev karê wan di rewşa heyî de gihîştiye astekê. Kemalîzade got, "Li cîhanê guherînên mezin dibin. Yek ji cihên ku guherînên mezin lê dibin, Kurdistan e. Di rewşeke bi vî rengî de, dem hatiye ku siyaseteke hevpar di nava Kurdan de pêk were. Ji bo xebateke bi vî rengî, di serî de li Ewropayê ev demeke dirêj e li gelek cihan em di nava hewldana de ne. Piştî ku ev karê me gihîşt astekê, em hatin Başûrê Kurdistanê û me biryar dan ku vî karî li vir bidomînin."

'EGER EM NEBIN HÊZ, WÊ ME JI NEDÎTÎ VE BÊN'

Kemalîzade ragihand, hêzên herêmî û navneteweyî li ser Kurdistanê bi kişikê dilîzin û bi dewamî got, "Ev kar ne ji bo parçeyekî Kurdistanê ye. Xebatek ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em bi hemû aliyên siyasî re rûdinên. Mîna, em çawa bi PYD'ê re rûdinên, bi heman rengî bi ENKS'ê re jî rûdinên. Weke KNK'ê em ti partî, hêza siyasî ya jî civakî li derve nahêlin. Bala cîhanê îro li ser Kurdistanê ye. Eger îro li Rojavayê Kurdistanê tiştek pêk tê, ev yek ji ber hêza me ya xurt a li wê derê ye. Jİ ber ku em hêz in, Amerîka tê bi me re li dijî DAIŞ'ê şer dike."

'ALIYÊ ME YÊ HEVPAR KURDISTAN E'

Kemalîzade got, "Lazim e haya me ji hêza me hebe, li gorî wê yekê em tevbigerin" û wiha dewam kir: "Li Başûrê Kurdistanê ev bû 20-25 sal hikumet heye. Konsolosxaneyên zêdeyî 20 dewletan li Başûrê Kurdistanê ne. Wê demê em hêzeke cidî ne. Çima em vê yekê hevpar nakin, ku gelê me karibe jê sûdê werbigire? Ev hêza ku qalê dikim jî ji aliyê gelê me ve hatiye afirandin. Çima em vê hêzê mezintir nekin? Lê em dibînin, hin cihêrengî hene. Cihêrengiya me tiştekî gelekî bedew e, lê belê cihêrengî nayê wê wateyê ku li pêşiya tifaqa me asteng e. Nêrîna me, îdeolojiya me, xeta me ya siyasî dibe ku ji hev cuda bin. Lê belê aliyê me yê hevpar Kurdistan e. Ji ber vê yekê, berpirsyariyên me ji bo Kurdistanê hene. Berpirsyariyên me ji bo gelê Kurdistanê heye."

PLANSAZÎ HATE KIRIN

Kemalîzade li ser xebatên xwe yên heta niha ji bo kongreya neteweyî meşand agahî da û anî ziman, ti partiyeke siyasî ya jî hêzeke civakî bersiveke neyînî nedaye wan. Kemalîzade got, "Beriya vê platformê me li çar parçeyên Kurdistanê bi hemû hêzên siyasî û civakî re hevdîtin kir. Di hemû hevdîtinan de bersiveke erênî ji me re hate dayin. Bêguman danûstandinên me didomin. Lê belê vê carê me li ser platformeke hevpar a ku karibin kongreya neteweyî lê nîqaş bikin, hevdîtin kir. Bi bersivên erênî re em ê careke din bi hemû partiyan re rûnên. Ev hevdîtinên me wê 6 hefteyan dewam bikin û piştre jî ji bo platforma nîqaşê ya kongerya neteweyî em ê cih diyar bikin. Dûre jî vexwendînameyan ji aliyan re bişînin û plan dikin ku dest bi vî karî bikin."

'DI NÊZ DE EM Ê BI PDK'Ê RE RÛNIN'

Kemalîzade got, di nêz de ew ê bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) re rûnin û wiha domand: "Agahiya PDK'ê ji van xebatan heye. Piştî hevdîtinan em ê hîn bibin bê ka di van mijaran de helwesta wan çiye. Em dibêjin ew ji hevdîtina me re amade ne. Ji bo vê xebatê biçûk mezin em dibêjin gotina her kesî heye û gotinên PDK’ê jî yên ku bibêjin hene. Em dizanin beriya vê platformê di navbera hin partiyên siyasî de hin arîşe hene. Lê bi vê platformê em hewl didin ku wan nêzî hev bikin. Heta niha ti partiyê bersiveke neyênî neda va xebatê. Em li bendê ne ku 300-400 kesên ku wê tevlî vê platformê bibin gotebêjiyên Kongreya Neteweyî bikin û biryarekê bidin."

'GELÊ ME JI ME YEKÎTIYA ME DIXWAZE'

Kemalîzade got, "Gelê me ji me yekîtiya neteweyî dixwaze" û got divê destûr neyê dayin ku ti kesek ji dubendiya Kurdan sûd werbigire. Kemalîze wiha got: "Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Dîsa gelê me yê li Ewropayê her dem li ser piyan e û li Kurdistanê dinere. Gelê me bawer dike ku em ê vê peywira me dayî ber xwe bi ser bixin. Belê, Kurd di rewşa şer de ne lê ti caran bi qasî niha xurt nebûne. Lê divê em destûrê nedin ku kesek ji dubendiyên me sûd werbigire û divê em vê hêza xwe mezintir bikin. Ji bo serfiraziya gelê me divê em vê bikin."