KNK: Em bi hêvî ne ku Kurd bibin yek

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Perwîn Ezîz û Endamê Dîwanê yê KNK'ê Farûk Cemîl, li ser pêvajoya yekîtiya neteweyî ya Kurd axivîn û gotin, "Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Em bi hêvî ne ku vê carê bibin yek."

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Perwîn Ezîz û Endamê Dîwanê yê KNK'ê Farûk Cemîl, li ser pêvajoya yekîtiya neteweyî ya Kurd ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku armanca wan destnîşankirina stratejiyeke hevpar a ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye.

'EM VÊ CARÊ BI HÊVÎ NE'

Ezîz bal kişand ser hewldanên bi salan ên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd û destnîşan kir, ew vê carê bi hêvî ne ku bingeheke hevpar a yekîtî li ser bê axaftin were avakirin. Ezîz got, "Weke KNK'ê, bi banga ji bo yekîtiyê re me bi awayekî fermî dest bi karê platformeke hevpar a li ser kongreya neteweyî kir. Bi ders û tecrûbeyên ji karên beriya niha derxistî em vî karî dimeşînin. Ev kar ji bo çar parçeyên Kurdistanê tê kirin. Hewldanên me niha li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Vê carê, di mijara avakirina stratejiyeke hevpar de em bi hêvî ne. Ji bo destnîşankirina siberoja gelê Kurd, serketina vî karî gelekî girîng e."

WÊ BI HEMÛ PARTÎ Û RÊXISTINÊN LI HEMÛ PARÇEYAN RE HEVDÎTIN WERIN KIRIN

Ezîz li ser xebatên platformeke hevpar agahî da û got, "Di çarçoveya vî karî de, em dixwazin li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat bi hemû partiyên siyasî re rûnên. Ji bo van hevdîtinan jî me komîte ava kirin. Piştî ku hevdîtinên me qediyan, em li bendê ne ku çarçoveya kongreya neteweyî û derfetên pêkanînê li platformeke hevpar nîqaş bikin."

BERNAMEYEKE HEVPAR

Endamê Dîwanê Farûk Cemîl jî got, "Weke KNK, em dixwazin ji bo Kurdistanê ku mala hevpar a gelê Kurd e, bernameyeke hevpar amade bikin" û destnîşan kir, pêwîstiya Kurdan bi stratejiyeke hevpar heye. Cemîl diyar kir, ew dixwazin xebatên kongreyê yên beriya niha hatibûn destpêkirin ji nû ve zindî bikin û wiha dewam kir: "Armanca me afirandina bername û stratejiyeke hevpar a Kurdan e. Ji bo gelê me bigihêje armanca xwe, me xwest vî karî ji nû ve zindî bikin. Em dixwazin hin nakokiyên di dema dawî de di navbera partiyên Kurd de der bûne, ji holê rakin. Ji ber ku em dizanin ku gelê Kurd îro têkoşîneke gelekî mezin dimeşîne, lê belê ev têkoşîn bi rengekî parçebûyî tê meşandin. Pêwîste pêvajoya şoreşê ya li Bakurê Kurdistanê, şoreşa Rojava û firsendên ku li Başûrê Kurdistanê bi dest ketine bên bikaranîn. Weke KNK'ê di vê qonaxê de em dibêjin, divê Kurd di mijarên bingehîn de bibin yek deng. Ji bo gelê Kurd bigihêjin armanca xwe, ev yek şert e."

'PÊWÎSTIYA GELÊ KURD BI YEKÎTIYÊ HEYE'

Cemîl destnîşan kir, ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û got, "Di sala 2013'an de me dest bi xebateke bi vî rengî kir. Lê mixabin ev kar neçû serî. Di navbera îro û wê rojê de guhertinên gelekî mezin bûn. Ev guhertin ne tenê guhertinên me ne, herêm bi xwe gelekî guherî. Me hemûyan encamên vê yekê jî dîtin. Pêwîstiya gelê me îro bi yekîtiyê heye. Daxwaza xwe ya bingehîn jî yekîtî ye. Di navbera hin partiyan de dibe ku nêrînên cuda û nakokî jî hebin. Lê belê em hewl didin em hemû di nava stratejiyek rast de bixebitin."