KNK’ê sersaxî ji malbata Ozmen re xwest

Konseya Rêvebir ya KNK’ê ji ber wefata endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) sersaxî da malbat û dostên wî.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata Serokê Enstîtuya Kurd a Elmanyayê û endamê KNK’ê Fevzî Ozmen peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama KNK’ê de wiha hate gotin:

“Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê KNK ê Mamosta Fewzî Ozmen gihişt me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Mamosta Fewzî Ozmen, li Bakurê Kurdistanê li Erzeromê, di nava xebat û sîyaseta welatparêziyê de bû. Ji ber xebata û helwesta xwe ya welatparêziyê ji rejîma dagirker re bû hedef û çend caran hate girtin û bi êşkenceyan re rûbirû ma.

Ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, di sala 1993an de bi awayekî neçarî çû Ewropa. Li Ewropayê jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewam kir û cihê xwe di nava xebatên azadîya gelê Kurdistanê de girt. Weke mamostayekî zimanê Kurdî di xebatên pêşdebirina ziman û perwerdeya Kurdî de, bû xwedî cihekî diyar. Her wiha Mamosta Fewzî Ozmen, di xebata yekîtîya neteweyî de jî de jî cihê xwe girt û bû endamekî çalak yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK).

Em ji ber wefata Birêz Fewzî Ozmen gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin.

Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê. Heval Fewzî, bila çavên te di şûnde nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesyetên te
pêkbînin.”