KNK’ê serdana Yekgirtû Îslamî û Hîzba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan kirin

Şandeya KNK’ê ya di çarçoveya yekîtiya netewî ya nava partiyên Kurd a li Başûrê Kurdistanê de serdana Yekgirtû Îslamî Kurdistan û Hîzba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan kirin.

Serdanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya di çarçoveya xebatên yekîtiya netewî ya di nava partî û aliyên siyasî ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de şande îro serdana Yekgirtû Îslamî ya Kurdistanê kir û piştre jî serdana Hîzba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan kirin.

‘YEKGIRTÛ ÎSLAMÎ JI BO YEKÎTIYÊ AMADE YE’

Piştî civînê endamê Meclîsa Siyasî ya Yekgirtû Mihemed Hawdiyan daxuyaniyek da û got: “Kurdistan li ber êrîşên mezin yên welatên herêmê û navnetewiye. Ji bo vê pêwîste ku bo rawestandina êrîşan amade be. Yekgirtû ji bo vê yekê amadeye. Yekîtiya netewî di nava aliyên siyasî yên Kurdistanê de gelek girîng e û divê Kurd ji bo pêşketinên nû amade bin.”

‘ERKÊ HEMÛ KURDAN EW E LI BER DAGIRKERIYÊ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÛNE’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî axivî û got: “Li herêmê guhertin çêdibin, Kurd divê ji bo van guhertinan amade be. Rêya li ber aliyên Kurd jî, yekîtî û guftugo ye, ji ber ku metirsiyên mezin li ser pêşeroja Kurdistanê heye. Bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê ku Tirkiye dixwaze dagir bike. Divê Kurd nakokiyên xwe bidin aliyek û pirsgirêkên xwe bi guftugoyê çareser bikin. Ji ber ku çavê welatan li xaka Kurdistanê ye, erkê hemû Kurdek ew e ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk berpirsyartiya xwe nîşan bide.”

SERDANA HÎZBA AŞÛRÎ HATE KIRIN

Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Hewlêrê piştî serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê çû serdana Hizba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan. Şande ji aliyê Serokê Hizba Beyit Elnehrînî Yusif Yaqûb Mete û hinek berpirsên din ên wê ve hate pêşwazîkirin.

‘METIRSÎ LI SER GELÊ HERÊMÊ NE’

Di hevdîtinê de qala dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya wê kirin û sedema berdewambûna êrîşan bêdengî û bêhelwestiya aliyan hate dîtin.

Di civînê de hate gotin ku rûniştvanên herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ku niha dewleta Tirk êrîş dikinê piranî Mesihîne û li ser wan dibe metirsî. Ji ber bombebaranê gundên wan wêran dibin û şêniyên wan koçber dibin.

‘EM BI YEKRÊZIYA ALIYÊN KURDISTANÊ RE NE’

Hizba Beyit Elnehrînî ragihand ku li gel yekrêziya aliyên Kurdistanê ye û êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin.