KNK’ê serdana nûnertiya HDP’ê kir

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê li Hewlêrê serdana Nûnertiya HDP’ê kir. Di serdanê de li ser girîngiya yekîtiya netewî nirxandin hate kirin.

Hevdîtinên şandeya KNK’ê li Hewlêrê berdewam dikin. Şande di saetên êvarê de li gel berpirsên Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê civiyan.

Piştî civînê Hevseroka Nûnertiya HDP’ê Nahîde Ermîş û Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li ser naveroka civînê axivîn.

Nahîde Ermîş anî ziman ku wan di civînê de li ser rewşa Kurdistanê bi giştî û metirsiya êrîşên dewleta Tirk li ser Başûr axivîne.

Ermîş diyar kir ji bo derbaskirina rewşê, mijarên netewî û xurtkirina peywendiyên navxwe wek HDP ew ji her tiştî re amadene.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî destnîşan kirku wan li ser rewşa Kurdistanê bi taybetî Başûrê Kurdistan û dagirkeriya dewleta Tirk axivîn.

Mûrad da xuyakirin ku ew her du alî hem fikir bûn ku bi yekrêzî û yekdengiyê Kurd dikarin li dijî dagirkeriyê bi sekinin.