KNK’ê qurbaniyên komkujiya Kurdên Feylî bi bîr anî

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 44’emîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KOMKUJIYA LI DIJÎ KURDÊN FEYLÎ

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 44’emîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî daxuyaniyeke nivîskî weşand û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê bi vî rengî ye:

“Em di van rojan de 44’emîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî wek birîneke sarêjnebûyî ya gelê Kurd bi bîr tînin ku di sala 1980’î de bi pêvajoyeke şovenîst û dirinde hatibû destpêkirin û ji hêla rejîma Beesê ve zêdetirî 600 hezar Kurdên Feylî bi awayekî zordarî nasnameya Iraqê ji wan hatibû standin, ji ser ax û welatê xwe hatibûn derxistin û sirgûnî Îranê hatibûn kirin. Piştre dest bi ser mal û milkên wan de hatibû girtin û zêdetirî 20 hezar ciwanên Kurdên Feylî hatibûn binçavkirin û hatibûn girtin û windakirin ku heta îro jî çarenûsa wan ne diyar e.

Kurdên Feylî wek beşeke neteweya Kurd a resen her tim di nav xebat û têkoşîna tevgerên neteweyî yên gelê me de cihê xwe girtine û gelek qurbanî dane. Ji ber girîngiya cihê cografîk ê niştecihbûna wan ku dikeve naverasta Iraqê û bi dirêjahiya sînorên çêkirî yên di navbera Iraq û Îranê de berdewam dike, rol û bandora wan li ser xebat û têkoşîna neteweyî çêbûye. Lewma desthilatdarên berê yên Iraqê bi dirêjahiya dîrokê hem ji hêla fizîkî ve û hem jî ji hêla çandî ve hewla qirkirin û jinavbirina wan daye.

Piştî 21 salan ji hilweşîna rejîma Beesê li Iraqê, tevî ku ew tawanên ku li dijî Kurdên Feylî hatibûn kirin, ji hêla Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve wek jenosîd hatibin naskirin jî, lê belê hîna jî gelek dosye û mafên Kurdên Feylî yên zeftkirî bi daliqandî mane. Birînên wan ên ruhî hîna sarêj nebûne û çarenûsa kesên winda heta niha jî ne diyar e. Bi vê boneyê em daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku ji bo vegerandina mafên wan ên rewa û zeftkirî hevalên xwe zêdetir bike.

Her wiha em daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku herêmên Feyliyan bixe nav bernameya avakirin û geşepêdanê ku niha Hikûmet cih bi cih dike. Bi taybetî Xaneqîn, Mendelî, Bedre, Cesan, Zorbatiye, Kut û herêmên din. Her wiha ji bo xizmetguzarî û geşepêdanên curbicur û çareserkirina kêşeyên kêm-aviyê projeyan çêke da ku xelk bi rehetî vegere ser cihên xwe. Çi ew kesên ku di serdema rejîma Beesê de aware bûne yan çi ew kesên ku piştî sala 2003’yan ji ber terora DAÎŞ’ê yan ji ber karekî din ên nijadperestane neçar bûne ku terka cihên xwe bikin.

Mixabin ji aliyekî din ve hêzên Kurdî yên li başûrê Kurdistanê bi awayekî adil li hember civaka Kurdên Feylî miamele nekirine. Berevajî, li gorî berjewendiyên xwe yên hîzbî bi vê pêkhateya gelê me ya resen re danûstandin kirine û bûne sedema parçebûnê di nav civaka Kurdên Feylî de.

Em di wê baweriyê de ne ku ji bo vegerandina mafên Kurdên Feylî yên rewa û zeftkirî, di destpêkê de pêwîstî bi yekrêziya navxweyî ya Feyliyan heye û her wiha hêz û aliyên Kurd divê di nav dewleta federal a Iraqê de van pirsgirêkan wek pirsgirêkên xwe bizanin û li hember wê yekhelwest bin.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, em wan karesat û fermanan bi bîr tînin ku li dijî gelê me hatine kirin û em li ber pakrewanên Kurdên Feylî serê xwe ditewînin û em daxwaza mafên wan a ji Iraq û Kurdistan û platformên navneteweyî wek daxwazeke rewa dibînin û em ê ji bo wê têbikoşin.

Silav li giyanê pak ê qurbaniyên komkujiya Kurdên Feylî û temamê canfedayên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê re.”