KNK’ê bi YNDK û Komeleya Dadgeriya Kurdistanê re civiya

Şandeya KNK’ê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de serdana Yekîtiya Netewî ya Demokrata Kurdistan (YNDK) û Komelî Dadgerî Kurdistan kir. Di civînê de li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdî nîqaş hate kirin.

Serdanên şandeya KNK’ê yên ji bo aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Hewlêrê li gel YNDK û Komelî Dadgerî Kurdistan civiya.

Destpêkê şandeya KNK’ê serdana baregeha YNDK’ê kir û ji aliyê Sekreterê YNDK’ê Xefur Mexmurî û berpirsên din ên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Di civînê de li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û metirsiyên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê axivîn.

Piştî civîn bi dawî bû, Xefur Mexmurî û Zeyneb Murad di derbarê naveroka civînê de axivîn. Sekreterê YNDK’ê Xefur Mexmurî got: “Me li ser rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistan û parçên din ên Kurdistanê axivîn. Em her du alî hemfikrin ku divê yekrêzî û yekîtiya Kurdan pêkwere. Divê pirsgirêk û aloziyên navbera aliyên Kurdî de bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”

Xefur Mexmurî destnîşan kir ku metirsiyek cidî ya êrîşên dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye û ji bo wê divê Kurd bi yekgirtî li dijî vê metirsiyê rabin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî got: “Em li virin ji bo li ser xurtkirina yekitiya nava aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê baxivin. Daku em bi hev re li dijî metirsiya ku li ser Başûrê Kurdistanê heye bi taybetî jî metirsiya dewleta Tirk ku niha hewil dide Başûrê Kurdistanê dagir bike, rabin.”

Murad da zanîn divê Kurd yekgirtî bin, ger ne yekgirtî bin wê nikaribin destkeftiyên heyî bi parêzin. Her wiha da zanîn derfet heye ku aliyên Kurdî bi hevre rûnin û pirsgirêkên navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin.

Piştî serdana YNDK’ê, şandeya KNK’ê serdana Ofîsa Serokê Komelî Dadgerî Kurdistan kir. Şande ji aliyê Serokê Komelî Dadgerî Kurdistan Elî Bapîr û endamên din ên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Serokatiya Komelî Dadgerî Kurdistan ve hat dayîn, di civînê de her du aliyan li ser yekrêzî û yekgirtina aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê axivîne. Her wiha îşaret bi karkirina karên hevbeş û berdewam kirine.