KNK'ê bang li Iraqê û Başûr kir: Xwedî li dewletbûna xwe derkevin

KNK'ê diyar kir, gelê Başûrê Kurdistanê bi rengekî vekirî nîşan daye ku ew leşkergehên dewleta Tirk li ser axa xwe naxwazin û bang li hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku li hiqûqa xwe ya dewletbûnê xwedî derkevin.

Konseya Rêveber a KNK'ê, li ser bomberdûman û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ji Şemzînanê heta Zaxoyê di nava salekê de gelek gundên li dora Ava Zê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk hatine wêrankirin û hate gotin, "Li gel zerar û ziyanên mal û milkî, li dora 20 kesan ji xelkê sivîl ê xwecihî hatin kuştin."

DEWLETA TIRK NAVÇEYÊN KURDISTANÊ JI XWE RE KIRIYE POLÎGONA BOMBEYAN

KNK'ê işaret bi leşkergehên dewleta Tirk ên li xeta Zaxo-Duhok-Amediyeyê kir û ragihand, ev leşkergeh bi êrîşkariyê jiyana xelkê xwecih asteng dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, herî dawî li navçeyên Dêrelok, Reşava û Şêladizê bi ber van bombardûmanan ketin û 2 kes ji xelkê gundê Êtûtê hatin kuştin.

KNK'ê diyar kir, dewleta Tirk ev navçeyên Kurdistanê ji bo xwe kiriye polîgona bombeyan û çekên xwe yên nû li van deran dide ceribandin, hem xelkê sivîl dikuje hem jî jiyana xelkê dorberê serûbin dikin.

GEL BI DENGEKÎ BILIND GOT: EM NAHÊLIN LEŞKERGEHÊN DEWLETA TIRK LI VIR BIMÎNE

KNK'ê da xuyakirin, xelkê navçeyê piştî van êrîş û bombardumanan nerazîbûneke xurt nîşandan û leşkergeha dewleta Tirk ya navçeya Sirê dorpêç kirin û sotin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xelkê navçeyê bi dengekî bilind gotin ku ew nahêlin ev leşkergehên dewleta Tirk li vê derê bimînin û divê derkevin.

Dewleta Tirk ji bo parastina leşkergeha xwe zêdetir teqwiyeya leşkerî kirin û bi helîkopteran leşkerên ji hêzên taybetî rê kirin û bi nizmahî balafirên cengî dane firandin ku xelkê çavtirsandî bikin.

Ev operasyonên dewleta Tirk û binecihkirina leşkergehan li van navçeya bi çi rengî qabilî qebûl nînin û daxwaza xelkê navçeyê gelek heq û rewa ye ku dixwazin ev hemû leşkergeh pêkve bêne rakirin û ji navçeyê bêne derêxistin."

KNK'ê diyar kir, dewleta Tirk bi van êrîşan hiqûqa dewletî ya Iraqa Federal jî binpê dike ku ew navçeyên têne bombarduman kirin di nava tixûbên fermî yên 'Herêma Kurdistanê' ya di nav Iraqa Federal da ne. 

DIVÊ HIKUMETÊN IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ HIQÛQA DEWLETBÛNA XWE BIPARÊZIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hem hikumeta Herêma Kurdistanê û hem jî hikumeta Iraqa Federal beramberî van bûn û bûyeran divê hiqûqê dewletbûna xwe biparêzin û nerazîbûna xwe eşkere bikin beramberî dewleta Tirk.

Daxwaza me bi taybetî ji hukûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku van êrişên dewleta Tirk di çarçoveya hukumraniya statuya xwe û dewleta Iraqa Federal da li nav xwe û li Bexdayê bide gotûbêj kirin û herweha ji Neteweyên Yekbûyî jî bixwaze ku hişyareke xurt bide dewleta Tirk ku dawiyê li van kiryarên xwe bîne."

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "KNK bi xurtî van êrîş, bombardûman û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk yên li Kurdistanê şermezar dike û bang lê dike ku dawiyê li van êrîşên xwe bîne.

BANGA LI BERPIRSYARAN; BI VEKIRÎ NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDIN

KNK bangî hemû berpirsiyarên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê jî dike ku dijî van operasyonan dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna xwe gelek vekirî nîşan bidin.

KNK sersaxiyê dide binemalên şehîdên vê navçeya ku hatiye bombarduman kirin û saxî û silametiyê ji birîndaran ra daxwaz dike.

KNK bi bangeke hawarkî ji xelkê me yê Kurdistanê daxwazê dike ku li xelkê navçeyê xwedî derkevin û herdaîm piştevanê wan bin."