KNK çû serdana Komala Îslamî

KNK a ku ji bo gotûbêjkirina plaftormekî hevpar a kongreya netewî ya turên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne, îro jî çûn serdana Partiya Komala Îslamî.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) piştî daxuyaniya çapemenî û banga kongreya netewî û şûnde, tura hevdîtinan a bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re dewam dike. Heyeta KNK’ê ya ku duh serdana Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran, îro jî li Hewlêrê çû Partiya Komala Îslamî ziyaret kir.

Heyeta KNK’ê ya ku ji alîkarê hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, endamên KNK’ê Kamûran Berwerî, Perwîn Ezîz û Farûk Cemîl li gel endamê KNK’ê Ferhat Dostkî pêk dihat, Partiya Komala Îslamî li navenda wan a giştî ya Hewlêrê ziyaret kirin. Heyet ji aliyê Endamê Polîtburoya Komala Îslamî Ebdulsetar Mecit û endamê Dîwana Serokatiya Komala Îslamî Hesen Ebûbekir û Selîm Koyî ve hatin pêşwazîkirin.

Li Hewlêrê di saet 17:00’an de di beşa vekirî ya civîna çapemeniyê de alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade axivî û hevdîtina me di encama hevdîtinên berê de hatiye pêkanîn û got: “Nûnerên siyasî yên gelê Kurd êdî demê taloqkirina kongreya netewî yan jî paşxistina kongreyê nemaye. Di vê pêvajoya ku gelê me têre derbas dibe, divê gelê me û hêzên me yekîtiya xwe pêk bîne.”

Civîna KNK’ê û Komala Îslamî ya ji çapemeniyê re girtî pêk hat qasî 50 deqeyan dom kir. Endamê Polîtburoya Komala Îslamî Ebdûlstar Mecît piştî civîanê daxuyaniyek kurt da, diyar kir ku gelê Kurd di rojên gelek zehmet re derbas dibin û wiha pêde çû: “Em jî di vê demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, di wê fikrê de ne ku xebatekî netewî pêwîst dike. Em dibînin li pêşiya gelê Kurd fersendên dîrokî hene. Li gel vê jî em dibînin li pêşiya me pirsgirêkên navxweyî jî hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, bên gel hev çareserî jêre bê dîtin. Ji bo xebatekî bi vî rengî, me weke Komala Îslamî amade ne.”

Heyeta KNK’ê ya ku ji bo ziyareta partiyên siyasî yên li Hewlêrê bidomînin, wê sibehê jî tê payîn ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) jî ziyaret bike.