KKP: Li dijî desteserkirinê divê têkoşîn bê geşkirin

KKP'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û xwest, li dijî desteserkirina şaredariyan têkoşîn bê geşkirin.

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) der barê desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, vê desteserkirinê nîşan da ku gotinên der barê hilbijartinê, mafê hilbijartinê, îradeya hilbijêran gotinên derewîne.

KKP'ê diyar kir ku divê mûxalefet bi rêbazeke nû tevbigere û destnîşan kir, "Divê dest ji taktîka tirsonekî berdin. Divê bi ser lawazî, nakokî û tengaviyên rejîmê ve biçin. Beriya her tiştî divê wê 'maskeya demokrasiyê' ji rûyê wan bixin. Ji parastinê divê dest bi êrîşê bikin, ji paşketinê divê dest bi pêngavê bikin."