KJK: Pêşî li desteserkirinê neyê girtin êrîşên girantir wê werin

Koordînasyona KJK'ê li ser dagirkirin û desteserkirina şaredariyên HDP'ê got, ''Dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ye'' û domand, ''Heke pêşî li van êrîşan û desteserkirinan neyê girtin wê êrîşên nû û girantir li pey hev werin.''

Koordînasyona KJK'ê têkilî desteserkirina şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke niviskî da.

KJK'ê ji rûdanê re got, ''darbeya nû'' û diyar kir divê faşîzm bi berdêldayinan were rawestandin. KJK'ê diyar kir, ''Heke faşîzm îro û ku hewce bike bi dayina berdêlan neyê rawestandin, em ê sibe berdêlên girantir bidin û pir bi derengî bikevin'' û domand, ''Ji bo vê jî divê ev desteserkirin û ev êrîş neyên qebûlkirin. Divê hemû rê û rêbazên têkoşînê werin xebitandin. Divê waliyên dagirker û şerê taybet neyên xebitandin.''


DARBEYEKE NÛ

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

''19'ê Tebaxê Tirkiye bi darbeyeke nû şiyar bû. Tifaqa gemarî ya faşîst a AKP-MHP'ê ku têkçûna hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê qebûl nekirî, bi dagirkirin û desteserkirina şaredariyên HDP'ê, ji bo ku daxwaza demokrasî û aştiya birûmet a civaka Tirkiyê, a gelan, jinan bi cih neyê, ji bo hêviyên wan geş nebin, bi darbeyeke siyasî bersiv da û careke dî çespandiye ku dewleteke hê faşîstir, hê mêtinger û qirker e. Ev hişmendiya qirker li ber çavê  cîhanê demokrasî, mafê mirovan, dadmendî binpê kiriye. Dewleta hişmendiya qirker a AKP-MHP'ê bi gotina 'beka'yê, bi rêbaza ku xwe li ser piyan bihêle dijminatiya li Kurdan ji bo xwe kiriye armanc. Ji ber vê jî her cure qirkirin, plan sazkar kiriye.

Piştî hilbijartina xwecih ku 31'ê Adara 2019'an li hemû Tirkiyê hatî kirin, HDP ya ku li Bakurê Kurdistanê li gelek deveran rêveberiyên xwecih bi dest ve anî, di dîroka demokrasiyê ya Tirkiyê de rûpelek nû vekiriye. Kurdan mohra xwe li tiştekî dî yê nû xistin. Di şertên wiha de ku her cure fêhl û finasî dihate kirin, zext dihate dikirin û ne bi şertên wekhev bûn, ketin hilbijartina şaredariyê. Bi encama keda zêde ya gelê me û hewldana gelê me dîsa şaredariyên gel û xwerêveberî bi dest ve anîn. Gelê û gelên Kurdistanê bi hilbijartina 31'ê Adarê re şaredariyên ku bi zorê hatibûn desteserkirin, ji TC'ê ya faşîst, bi dengekî zêde paş ve standibûn. Şaredariya azad ku daxwaza gelê me bû, şaredariya azad, ku modêla demokrasî û xwerêveberiyê ya gelê me bû, hişmendiya nûneriya hevseroktiyê bi ser ket.

DIJMINATIYA LI KURDAN Û DEMOKRASIYÊ

Deshilata faşîst a AKP-MHP'ê dijminatiya xwe ya li Kurdan bi rengekî zelal çawa ku dema dagirkirina Efrînê nîşan dabe, niha jî li Bakurê Kurdistanê b darbeya qesrê ya li ser vîna şaredariyên gelê li Bakurê Kurdistanê nîşan daye.  Şerê qirkirinê li Rojava û Bakurêrojhilat ê Sûriyê, li Başûr û Bakûr bi dagrikerî û darbeya li ser hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê careke dî rûyê xwe nîşan daye. Bi polîtîkaya bi dijimnatiya Kurdan û li dijî gelan, bi gotinên xwe yên her roj û kirinê xwe li kûderê destkeftiyeke Kurdan hebe diçe bi ser de û hewl dide ku tine bike.

Êrîş û desteserkirina şarederiyan ne tenê tola 31'ê Adarê û ne serfirandina vê ye. Bi esasî dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ye. Her wiha parçeyek ji wê siyasetê ye ku gelê Kurd înkar bike û teslîm bigire.  Hem vîna siyasî ya gelê Bakurê Kurdistanê ji tin ve dihesibîne û her cure zext û êrîşê dibe ser, her wiha bi darbeya li ser şaredariyên gelê me, dixwaze dagirkeriya xwe her roj berbelavtir bike û hewl dide ku desthilata xwe li ser piyan bihêle. Bi tinekirina destkeftiyên Kurdan û nirxên demokrasiyê, bi tasfiyekirina Kurdan dixwaze hebûna xwe bidomîne.

DIVÊ ŞAREDARIYÊN KU HATINE DESTESERKIRN NEYÊN XEBITANDIN

Divê gelê me, hêzên demokrasiyê, jin û ciwan vê zanibin; heke pêşî li van êrîş û desteserkirinan neyê kirin, wê êrîşên nû û girantir li pey hev werin. Heke faşîzm îro û ku hewce bike bi berdêldayinê neyê sekinandin, siberojê em ê ji bêgavî berdêlên girantir bidin û dereng mabin. Ji ber vê jî divê ev desteserkirin û êrîş neyên qebûlkirin. Dİvê hemû rêbazên têkoşînê werin sazkirin. Waliyên desteserkar û şerê taybet divê neyên xebitandin. Divê yên ku bi waliyên şerê taybet re dixebitin mîna dijminên Kurdan û demokrasiyê werin binavkirin û helwest were nîşandan. Kesek slavê nede wan. Divê bacê nedin şaredariyên ku hatine desteserkirin. Divê her tiştî ew bi xwe bi cih bînin. Divê xwe li wê têkoşînê asê bikin ku nûnerên şaredariyên qeyûm, dizek, DAÎŞ'î û çete yên AKP-MHP'ê ji Kurdistanê werin qewitandin. Gelê me heta ku şaredariyên xwe bi dest ve bistîne divê bênavber li ser piyan be. Çalakî rewa ne, ên ku anîne ser şaredariyan, qeyûm ne meşrû ne. Dizek in. Darbe li demokrasiyê hatiye kirin. Darbe li dahatuya demokrasiyê ya gelên Tirkiyê hatiye kirin.

EM BÊDENG NEMÎNIN! RAJÊRÎ NEBIN!

Heta ku hişmendiya faşîst û qirker a bi dijminatiya Kurdan a AKP-MHP'ê neyê têkbirin, Tirkiye nikare demokratîk bibe. Hebûna pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyê jixwe tê maneya faşîzmê, dagirkeriyê, mêtingeriyê û qirkeriyê. Bi dijminatiya Kurdan bersiv dane bangên demokrasiyê yên Rêber Apo. Erdogan bi geşkirina şerê qirkirinê şerê Kurd û Tirkan ji xwe re kiriye armanca sereke.

Di serî de hemû gelên me yên li Tirkiye, jin, feminîst, derdorên ekolojîs, çepgir, sosyalîst, antî kapîtalîst, antî faşîst, em bang li her kesî dikin, li dahatuya xwe xwedî derkevin. Bi hevgirtina gelê Kurdistanê hûn jî rabin ser piyan. Bêdeng nemînin, rajêrî nebin. Ji bo azadiyê em têkoşînê geş bikin.

ÇALAKIYA BÊNAVBER
Ji bo civakeke demokratîk, ji bo demokrasî û dadmendiyê em dengê xwe bêhtir bikin yek û em bi hev re ji hişmendiya AKP-MHP'ê ku bûye bela serê gelê Tirkiyê û Rojhilata Navîn û DAÎŞ çê kiriye, xilas bibin. Hêza rêxistinî ya jinan, wê siyaseta demokratîk, civaka demokratîk, demokrasiyê, aştiya birûmet bîne Tirkiyê û Rohjilata Navîn. Wê ji hişmendiya qirker a Erdogan ku bi xwînê li ser piyan e û pêşengiya DAÎŞ'ê dike, xilas bibin.

Em bang li gelê xwe, li jinan dikin ku di serî de li Amed, Wan û Mêrdînê, li her devera Kurdistanê rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin. Dema wê ye ku bênavber meydanan dagirkirin, aştiyê, demokrasiyê ku daxwaza sereke ya gelan e bînin Tirkiyê û Kurdistanê.''