Kirgizên li Zîlanê çêkirina HES'ê şermezar kirin

Nerazîbûna li dijî çêkirina HES'ê ya li Geliyê Zîlanê dewam dike. Kirgizên ku sala 1982'an li Zîlanê hatin bicihkirin, çêkirina HES'ê şermezar kirin.

Li Geliyê Zîlanê yê li navçeya Erdîş a Wanê, hikumeta AKP'ê sala 2014'an dest bi çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê (HES) kiribû û li ser nerazîbûna gundiyan sala 2015'an bi biryara Dadgeha Şewirmendiyê hatibû rawestandin. Tevî vê yekê jî, di dema şewbê de karê çêkirina santralê bi rengekî bêdeng ji nû ve hate destpêkirin. Bi sedan karker şev û roj bi lez û bez santralê çêdikin.

Geliyê Zîlan ku li gel xwezaya xwe ya bedew, bi zeviyên xwe yên çandiniyê û çêrgehên xwe qadeke berhemdar e, hewl tê dayin ku bi 4 HES'an ji holê bê rakirin. Dema ku HES ên tên çêkirin temam bûn wê bi hezaran mirov koç bikin, av wê gemarî bibe, pincar û heywan wê tune bibin.

'PAŞEROJA ME WÊ TUNE BIBE'

Kirgizên ku di dema darbekar Kenan Evren de, sala 1982'an li Geliyê Zîlanê hatin bicihkirin, çêkirina HES'ê ya li herêmê şermezar kirin. Kirgizên li gundê Ûlûpamîrê çûn qada ku HES lê tê çêkirin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Kirgizan diyar kirin ku bi çêkirina HES'ê re wê xwezaya Zîlanê û paşeroja wan tune bibe û demeke dirêj li qada înşaetê man û çalakiya protestoyî pêk anîn. Piştî ku leşkerên Tirk hatin qadê nîqaşê dest pê kir. Kirgiz piştî çalakiya xwe ya protestoyî vegeriyan gundê xwe.

FERMANDARÊ QEREQOLÊ GEF XWAR

Piştî çalakiya protestoyî ya Kirgizan, fermandarê qereqolê yê li Geliyê Zîlanê bang li gundiyên Kirgiz ên li Ûlûpamîrê kir û li qereqolê gef li wan xwar. Fermandarê qerqolê ji Kirgizan re got, "Hûn tevlîheviyê dikin. Biçin û careke din tiştên wiha nekin. Wê ji bo we nebaş bibe."