Keskîn: Divê her kes li gel HDP'ê cih bigire

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ti pêwendiya operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê bi hiqûqê re nîne û destnîşan kir ku li dijî neheqiyê divê her kes li cem HDP'ê bin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya 'Lêpirsîna Kobanê' de li dijî rêveber û parlamenterên HDP’ê yên berê de oprasyona dabû destpêkirin û 20 siyasetmedar di 25’ê Îlonê de hatibûn destgîrkirin. Endamê Şandaya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Gulfer Akkaya û Altan Tan bi şertê kontrola edlî hatin berdan, lê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Ayla Akat Ata, Emîne Ayna û Nazmî Gur jî di nav de 17 siyasetmedar hatin girtin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, operasyona bi hinceta 'Lêpirsîna Kobanê' li dijî HDP'ê pêk hat ji ANF’ê re nirxand.

'DARAZ JI ALIYÊ RÊVEBERIYA SIYASÎ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'

Keskîn anî ziman ku li Tirkiyeyê pergala darazê ji aliyê rêveberiya siyasî ve tê rêvebirin û wiha axivî: "Ez hiqûqzanekim, lê weke hiqûqzanekê der barê vê mijarê de tiştek bibêjim nîne. Ne gengaz e ku mirov qala hiqûqê bike. Ji ber ku girtin ji aliyê rêveberiya siyasî ya li ser darazê ve pêk tê. Daraz bi temamî bi rêya fermanên ji aliyê siyasî ve tê girtin, tê birêvebirin. Ev tişt gelek tirsnake û xofê dixe nava dilê mirovan. Salên 1990’î, me gelek zorî kişand, lê mixabin di 90’î de jî ewqas daraz di erdê de nedihat kaşkirin. Di wê demê de me dikarî em bi dadger û dozgerekê re bipeyvîn. Niha bi giştî bêhiqûqiyek mezin heye. Dewletê hiqûqa xwe navxweyî jî di nav de peymanên navdewletî hemû binpê kiriye. Pêvajoyek nehiqûq û bêwîjdan e."

'DIXWAZIN HDP’Ê LAWAZ BIKIN'

Keskîn da zanîn ku tê xwestin HDP’ê di nava pergala îttîhatciyan de di navbera Kemalîst û Îslamiyan de bieciqînin û wiha pê de çû: "Ev wekî talûkeyek gelek mezin dibînim. Ez bawerim ku Wê hilbijartnek pêşwext pêk bê. Di hilbijartina ku pêk bê de HDP partiya mifte ye. Ev operasyon jî ji bo tinekirina HDP’ê ye. Ji ber ku mirovekî xwedî aqil ji vê yekê bawer nake, piştî 6 salan hûn mirovên wekî Ayhan Bîlgen, Beyza Ustun û hevalên me yên din weke PKK’î desteser bikin û bigrin. Ti kes ji vê bawer nake, li ser vê axê kesên ku biryar didin û AKP-MHP jî ji vê bawer nakin. Tenê ji bo di aliyê siyasî de pêvdiviya wan bi vê yekê heye ku dikin. Niha tenê kesên ku dengê xwe bidin AKP-MHP’ê dorhêlên nîjadperest û şovanîstin. Lîberalan jî bi tevahî piştevaniya xwe ji AKP’ê vekişand. Di rastiyê de em behsa pergalê nakin, em behsa pêkhateya di bin rêveberiya Tayyîp Erdogan de dikin, li gorî min kesê herî bi hêz li dijî Erdogan, Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş e. Dîlgirtina Demîrtaş û operasyona li dijî hevalên me yên din ji bo ku HDP hêza xwe winda bike ye. Teqez çi aliyê hiqûqî tineye. Ti hêviyên min ji vê daraz û hiqûqê tineye, ji ber ku 30 sal e ez di nava rêxistinên Mafê Mirovan de me, ti carê min pergalek wiha ne dîtiye."

'DIVÊ HER KES CIHÊ XWE LI GEL HDP’Ê BIGRE'

Keskîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka muxalefetê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet ji xwe heman dewlet e. Ev ne pirsgirêka dewletê ye, pirsgirêka muxalefetê ye. Heta ku muxalefet bi hêz nebe, ji derketina vê pergalê gelek zehmet e. Divê îro her kes cihê xwe li gel HDP’ê bigire. Nêrîna siyasî pir girîng nîne. Di vê demê de li dijî vê neheqiyê, nêrîna siyasî çi dibe bila bibe eger ku hûn mirovên rast bin û rêzdariya we ji bo we heye, divê her kes cihê xwe li gel HDP’ê bigrin. Ji derveyî vê ti çare tineye."