KESK û DÎSK’ê serdana Şenyaşar ên di berxwedanê de ne kirin
Platforma Şaxên Mafên ên KESK’ê û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin.
Platforma Şaxên Mafên ên KESK’ê û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin.
Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 177’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.
Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Colemêrgê û Şaxa Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Colemêrgê serdana Malbata Şenyaşar kirin.
Li ser navê şandeyê Berdevkê Platforma Şaxên KESK’a Colemêrgê Tahîr Tekînalp axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li cem lêgerîna edaletê ya malbatê bin.
Endamên şandeyê kêliyek bi malbatê re rûniştin û nobet girtin.