Kesên li Pirsûsê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin

Li Pirsûsê 4 kes hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. Hate hînbûn ku yek ji kesên hatine girtin, li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê karê boyaxê dikir û berê sîxûrî lê hatiye ferzkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk ragihand ku di 14’ê Îlonê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 4 kes bi îdiaya “Li dijî darazê û rayedarên cemaweriyê amadekariya çalakiyê dikin” hatine destgîrkirin. Di nûçeya destgîrkirinê de ku Wezareta Karên Hundir parve kir, di dosyayê de tevî "nepenî" jî wêneyên ku rûyê 4 kesan nîşan didin hatin pêşkêşkirin û kesên weke "endamên rêxistinê" hatin nîşandan.

Di operasyona Qereqola Jendermeyan a Pirsûsê ku li taxên Sarayaltî û Hurriyetê hat lidarxistin de 3 jê Sûriyeyî 4 kes hatibûn destgîrkirin. Îfadeya 4 kesên ku birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr, piştî rojekê hatin girtin.

JI ALIYÊ MÎT’Ê VE HATINE TEHDÎDKIRIN

Hat diyarkirin ku ji destgîriyan M.A karkerê înşatê ye û 2 sal berê û 3-4 roj beriya ku were destgîrkirin, qereqol boyax kiriye.

O.Ç, A.T. û A.H.A yên ku tevî M.A hatin destgîrkirin duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê her 4 kes sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê kir. Dadweriya Ceza ya Sulhê 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" girtin. 4 kes birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1’an a Rihayê.

Hat diyarkirin ku 4 kesên hatine girtin di dîrokên cuda de ji aliyê MÎT’ê ve bi sîxurtiyê hatine tehdîtkirin û van kesan jî ev yek bi derdorên xwe yên nêz re parve kiriye.