Kesên ku li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin

Hejmara kesên ku li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan bû 21 kes. Cenazeyên 20 kesên ku navên wan hatin eşkerekirin hatin veşartin.

Cenazeyên 20 kesên ku di qezaya doh li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve dest bi wergirtinê hatine kirin. Cenazeyên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Dewletê yên Qoser û Dêrikê û nexweşxaneyên taybet dihatin ragirtin ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û anîn navçeya Dêrikê. Bi hezaran kes ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li navenda bajêr kom bûn, piştî nimêjê, cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan li cihên cuda hatin veşartin.

Cenazeyên 3 kesên ku hêj nasnameya wan nehatine tespîtkirin wê piştî testa DNA’yê radestî malbatên wan bên kirin.

Navê 20 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

“Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”